'Bila zarok neyên kuştin' 2019-11-19 09:14:51   Şêrîn Zêrevan   QAMIŞLO - Zarokên dibistanên bajarê Qamişloyê bi boneya 20’ê Mijdarê Roja Zarokan a Navneteweyî de wiha gotin: "Sala borî me bi coşek mezin roja mafê zarokan pîroz kir, lê vê salê gelek zarokên bê guneh hatin qetilkirin û ji dibistanên xwe dûr man. Em dixwazin şer raweste û jiyana me wekî berê bi ewle bibe."   Dewleta Tirk di 9’ê Cotmehê de bi balafirên şer, tank û topan êrîşî bajarê Serêkaniyê û Girê Sipî kir. Şêniyên her du bajaran neçar man ku ji bajarê xwe derkevin û koçberî bajarê Qamişloyê û Hesekê bibin. Di encama vî şerî de  bi sedan zarok hatin qetilkirin û birîndar bûn. Her wiha zarok dûrî dibistanê xwe ketin û çarenûsa pêşeroja wan ne diyar e. 20' mijdarê Roja Mafê Zarokan a Navneteweyî ye lê zarokên Serêkaniyê û Girê Sipî ji bajar, mal û dibistanên xwe dûr in, loma jî wek her sal şahiya vê rojê nayê kirin. Têkîldarî vê rojê, mamoste û zarokên dibistana Ehmed Sebrî ya bajarê Qamişloyê nerînê xwe parve kirin.   'Zarok xemla jiyanê ne'   Ji Rêveberiya Dibistana Ehmed Sebrî Fatma Elî êrîşên dewleta tirk û roja 20'ê mijdarê Roja Mafê Zarokan a Navneteweyî nirxand û wiha got: "Dewleta tirk bi havan û obîsan êrîşî Qamişlo jî kirin. Malbat jî tirsiyan nema zarokan şandin dibistanê. Ji sedî pencî zarok ji dibistanê xwe qut bûn. Bandora şer derûniya zarokan jî xirab kir. Xwendekar ji waneyên xwe dûr ketin. Salê borî me ji bo roja mefê zarokan şahî li dar xistin, bi sedan zarok cihê xwe di nava şahiyê de girtin, dibistanên xwe xemilandin û bi cil û bergên xwe yên gelîrî ev roj pêşwazî kirin. Lê îsal saleke xemginiyê ye ji ber li Rojava pir zarok hatin qetilkirin û durî mal, milk û dibistanê xwe man. Zarok ew e ku yê jiyanê dixemilîne. Zarokên Serêkaniyê û Girê Spî ji xwe mezintir tişt dîtin û jiyan. Tevî ewqas komkujî, qetilkirin û koçberiyê vê rojê em zarokên Girê Spî û Serêkaniyê pîroz dikin, bi hêviya ku ev şer bi dawî bibe û zarok wek berê vegerin dibistanên xwe."    'Zarokên Serêkaniyê û Girê Spî vê rojê pîroz nakin em jî pîroz nakin'   Zaroka bi temenê xwe 10 salî ya bi navê Hêvan El-Elî wiha got: "Beriya êrîşên dewleta tirk jiyana me aram bû. Em her roj dihatin dibistanên xwe û me wanêya xwe didîtin. Piştî êrîşa dewleta tirk hevalên me êdî nema dihatin dibistanê. Di roja mafê zarokan a borî de, em em gelek kêfxweş bûn û me şahî li dar dixistin. Îro ji ber zarokên Girê Spî û Serêkaniyê em xemgîn in. Nikarin biçin dibistanê xwe em jî şahî li dar naxînin."   'Zarokên Serêkaniyê vegerin li ser xaka xwe'   Zaroka bi temenê 9 salî ya bi navê Çîmen Mihemed Zekî nêrînên xwe wiha parve kir: "Xwesteka me tenê ew e zarokên Serêkaniyê vegerin ser xaka xwe û dibistanê xwe dewam bikin. Dema çavên me dikeve ser wan zarokan em pê pir diêşin. Em ji bo wan zarokan pir xemgîn in. Tenê em dixwazin şer raweste û jiyanek bê şer bijîn. Ji ber zarokên Serêkaniyê û Girê Spî birîndar in em tu şahiyan ji bo roja mafê zarokan li dar naxînin."   'Bila zarok neyên kuştin'   Ferhat Şahîn ê temenê wî 9 salî diyar kir ku ew tu şahiyan li dar naxînin heya zarokên Serêkaniyê û Girê Spî vegerin li ser xaka xwe û wiha domand: "Ji ber şer li welatê me heye em nikarin şahiya xwe li dar bixînin. Salê rojekê mafê me ye, dewleta tirk wê jî ji me stand. Em îro li kolanan bi tirs dimeşin em nizanin ka Erdogan kengî bi balafiran canê me bigire. Zarok tiştek ji wan nekiriye bila neyên kuştin."