'Em dagirkeran li ser axa, xwe naxwazin' 2019-11-19 09:05:07   Dîcle Demhat   KOBANÊ - Di her demeke ku dewriyeyên rûs û tirkan li ser axa Rojava digerin gel bi avêtina keviran bertekên xwe yên li dijî dagirkeriyê tîne ziman. Jina bi navê Edlê Bekîr têkildarî mijarê de wiha dibêje: "Wê tu hêz nikaribin axa me dagir bikin."   Di 9’ê Cotmehê de dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî bajarê Serêkaniye û Gire Spî  kirin. Di encama êrîşan de ev bajar hatin valakirin. Komkujiyên di van bajaran de hatin çêkirin, niştecihên van deveran bi giştî koçber bûn. Şervanên QSD’ê di Serêkaniyê de 10 rojan berxwedana rûmetê bi ser xistin û heta niha ev berxwedan li gundewarên Serêkaniyê û Girê Sipî didome. Piştî berxwedana şervanan a 10 rojan, dewleta tirk û Rûs di 22’yê Cotmehê de mutabaqata Soçiyê di navbera xwe de mohr kirin. Li gor mutabaqatê tirkiye û rûsya li ser sînorê Bakurê Kurdistan û Rojava heftiyê carekî dewriye yên hevbeş di bin kontrola hêzên ewlekariya hundir de bigerin. Li Gor mutabaqatê herêmen dikevin navbera Bakurê Kurdistan û Rojava de wê di bin çavdêriya dewleta Rûsya û Rejîma Surîyeyê de bin. Li gor mutebaqeta Soçîyê 1’ê Mijdarê roja Înê li Bakurê Serêkaniyê û Rojavayê Qamişloyê yekem dewriye hat avêtin.    ‘Planên dagirikeriyê didomin’   Li herêma Firatê ya Kantona Kobanê jî di 5’ê Mijdarê de yekem dewriyeyên hevbeş li gundê Elî şarê ku sed metreyan dikeve nêzî sînorê Bakurê kurdistanê, Dewriyeyên hevbeş yên dewleta tirk û rusan destipêkirî bûn. Di cara yekem ya dewriyeyan de jî gelê herêmê nerazîbûna xwe ya li hember dagirkeriyê bi kevir û pêlavan anîbûn ziman. Cara duyem jî dewriyeyên dagirkeriyê di 11’ê Mijadarê de li heman gundî  hatin destpêkirin. Carek din gel bi keviran bertek nîşanî dewriyeyan dan. Lê vê carê dewriyeyên dagirkeriyê bi çekên navîn gule li ser gel reşandin, di encama gulebaranê de, çar kes bi guleyên çekê giran birîndar bûn û çar kes jî bi bombeyên gazê birîndar bûn. Bi giştî 8 kes birîndar bûn 2 ji wan rojnameger bûn. Her wiha, maşîneya Ronahî Tv jî bu hedef. Bi maşîneya kîrpî li maşîneya Ronahî Tv dan û pişt re jî bombeya gazê davêjin hundirê maşîneya ku rojnameger têdebûn. Di derbarê vê rojê de jina bi navê Edlê Bekîr ku bixwe jî li cihê bûyerê amade bû  ji ajansa me re axivî.   'Em ê heta dawiyê xwedî li xwîna zarokên xwe derkevin'   Edlê  da zanîn ku ew bi tu awayî hêzên dagirker li ser xaka xwe napejirînin û wiha domand: "Em ê nehêlin ku tu hêzek dagirker bi awayek rihetî li ser xaka me bigere. Di her bohistek vê xakê de xwîna zarokên me rijiyaye. Em ê tu carî nehêlin dewriyeyên hevbeş yên dewleta tirk û rûs bigihêjin armanca xwe. Dema cara yekem jî dewriye dest pê kir, carek din me bi kevir û pêlavan hêrs û kîna xwe ya li dijî dagirkeriyê anîbû ziman û em dîsa jî dibêjin em bi tu awayî dagirkeriyê li ser axa xwe naxwazin. Ev bajar bi xwîna şervanan hatiye rizgarkirin."   'Me dikujin û welatê me dagir dikin'   Edlêyê di dirêjiya axaftinên xwe de destnîşan kir ku dewleta tirk welatê wan dagir dike û wan qetil dike û wiha pê de çû: "Me kiryarên dewleta tirk a dagirker li Efrîn, Şengal, Serêkaniyê, Girê Sipî û Bakurê Kurdistanê dît ku bê çi bi mirovan dike. Çi devera ku dewleta tirk dikevê dagir dike û li wan deran kuştin û talanê dide destpêkirin. Karê dagirkeran tenê kuştin, talan, tecawiz, tacîz û qetilkirina mirovan e. Dewletek diz û dagirker e. Di cîhanê de tu kes dagirkeriyê li ser axa, xwe qebûl nake. Em jî bi tu awayî dagirkerî û zilmê li ser axa xwe napejirînin. Em ê tu caran komkujiyên ku bi destê dewleta tirk li ser me hatine kirin ji bîra nekin. Bi salane êrîşî xaka me dikin û me neçarî koçberiyê dikin."    'Çeka me, kevirên me ne'   Edlêyê da zanîn ku kevirê wan çeka wan in û wiha dom kir: "Cara yekem jî dema ku dewriyeyên dagikeran hatin dîsa me bi kevir û pelavan bersiv da wan. Cara duyem jî me bi çekên xwe yên xwezayî, bersivek dîrokî da wan. Di cara duyem de em gelên herêmê li pêşiya wan bûn asteng me nehîşt li hemû gundên me bigerin. Me bi keviran maşînên wan hilweşandin. Piştî ku hêrs û nefreta gel dîtin neçar man ku paş ve vegerin. Di dema vegerê de me jin, ciwan, kal-pîr û zarokan bi keviran êrîş kir û di rê de tekelên maşînên wan teqiyan. Wana bi çekên navîn yanî bi BKC, M16 yan gule li ser gel reşandin. Paşê jî yekser berê çekan dane gel û derbeyên kuştinê li gel dan. Li ber çavê me hemû  jin, ciwan birîndar bun û me ew rakirin nexweşxaneyên Kobanê û Minbicê. Lê me dîsa jî gav paş de neavêt. Ger ne ji hêzên ewlekariya hundir bûya, wanê nekaribûna maşîneyên xwe ji destê gel derxistana. Bila ew hezar carî qurbana hêzên asayişên me bin. Car din ew bi rihma vî gelî xilas bûn."    'Hêza me bawerî û berxwedana me ye'   Edlêyê di dawiya gotinên xwede bal kişand ser bîrdozî û baweriya gelê herêmê û wiha pê de çû:  "Em hêz û moralê xwe ji hêza Rêberê xwe Abdullah Ocalan û şervanên xwe digirin. Me çawa Kobanê rizgar kir û em niha bi yek rihî xwedî li xwîna zarokên xwe derdikevin. Ez di wê baweriyê de me ku em ê Kantona Efrînê, bajarê Serêkaniyê û Girê Sipî jî rizgar bikin û xwedî li xwîna zarokên xwe derkevin."