Asiya Hisên: Mirina bi şeref, ji bindestiyê xweştir e 2019-11-19 09:02:35   Necah Miîş/Xedîr Elebas   HESEKÊ - Asiya Hisên a ku 55 salî ye, ji ber êrîşên dewleta tirk koçberî Hesekê bûye û di dibistana bajarê Hesekê bi cih bûye. Asiyayê got: "Koçberî gelek zehmet e. Em li welatê xwe li ser axa xwe koçberiyê dijîn. Em dixwazin dîsa vegerin Serêkaniyê."   Di 9'ê Cotmehê de dewleta tirk û hevkarên wê bi çekên herî giran û qedexekirî êrîşî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî kir. Sedema êrîşan bi sed hezaran şêniyên bajarê Serêkaniyê koçî deverên bi ewle bûn. Gelek şêniyên Serêkaniyê di dibistanên bajarê Hesekê bi cih bûn. Asiya Hisên ya temenê wê 55 salî ye, tevî zarokên xwe li dibistana bi cih bûne. Çi kesê dibîne pirsa 'Gelo kengî em ê vegerin mala xwe' dike. Dayê Asiyayê destpêka şerê li Serêkaniyê qewimiye û jiyana xwe ya li dibistanê diqedîne bi me re parve kir.   'Malê sivîlan rûxandin'   Asiya wiha behsa kêliyên destpêka şer kir û got: "Beriya şer her kesî digotin wê Erdogan êrîşî Serêkaniyê bike, lê me qet bawer nedikir ku êrîş bike. Dema balafir li ser ezmanê Serêkaniyê firiyan me digot tişt nabe wisa derketine, lê di kêliyekê de Serêkaniyê topebaran kirin. Gelek sivîl jî birîndar, şehîd yan perçeyek ji canê xwe winda kiribûn. Piranî sivîl kirin hedef û gelek malên sivîlan jî rûxandin. Em jî bi lez bêyî ku tiştekî hilgirin derketin. Lê heta derketin em jî bi tirs bûn, ji ber ku balafir riya pêşiya me û erebe dikirin hedef. Gelek sivîlên ku parçeyên canê xwe winda kiribûn, ji ber çavên min re derbas dibû"   'Xelasiya gelê kurd, bi yekgirtinê pêkane ye'   Asiya diyar kir ku rejîma Sûrîyeyê hatin qaşo wan ji dagirkeriyê biparêzin û wiha got: "Her kes li gor berjewendiyên xwe ser xaka me dimînin, qaşo rejîma Sûrîyeyê wê Serêkaniyê ji çeteyan rizgar bike. Lê hemû peyvên vala ye, tu kes ji me re tiştekî nake. Heger kurd nebin yek û li dijî vê dagirkeriyê serî ranekin, nikarin xwe ji dijmin xelas bikin. Dema qira me kurda jî hat bila kesek destê xwe nede ber rûyê xwe û neponije. Xelasiya Gelê Kurd ji dagirkeran bi yekgirtina kurda pêkane ye."   'Her deverek ji Rojavayê Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatiye avakirin'   Asiyayê da zanîn ku her deverek ji Rojavayê Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatiye avakirin û wiha pê de çû: "Di 2011'an de çeteyên DAIŞ'ê bi hovîtî êrîşî Serêkaniyê kirin. Digotin em ê xenzîra bikujin û ji vir dur bixînin, ecêb em xenzîrin yan Erdogan û çeteyên xwe xenzîr in? Bi hezaran şervanê me şehîd ketin. Ne tenê Serêkaniyê her bostek ji xaka Rojava bi xwîna şehîdê me rizgar bûye. Hêzên Sûriyeya demokratîk(QSD) çeteyên Erdogan têk birin. Erdogan tu encam ji vê yekê negirt, ji ber wê jî niha bi awayekî eşkere êrîşî me dike. Bila Erdogan zanibe balafirê wî tu carî çavê me natirsîne. Em ê her li berxwe bidin."   'Ka mirovê xwedî wijdan, qey me nabînin?'   Asiyayê hişyar kir ku divê kesê xwedî wijdan li dijî Erdogan bê deng nemînin û wiha domand: "Erdogan Rojava bi giştî daye ber xwe, niha jî em her sê çar malbat li dibistanê Hesekê dimînin. Jiyana xwe em bi zehmetî derbas dikin, zivistan hat zarokê me dicemidin. Em nikarin serê xwe bişon, ma ka em ê çawa bi çar malbata re rakevin û xwe bişon? Em tiştekî ji kesî naxwazin, ka mirovê xwedî wijdan ma qey me nabînin?"   'Mirin ji bindestiyê xweştir e'   Asiyayê wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Banga min ji her çar perçeyên Kurdistanê re, eger îro em nebin destek wê Erdogan bigêhêje armanca xwe. Mirin ji bindestiyê xweştir e. Em naxwazin bindest bin. Em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn.Loma ji bo axa xwe em ê li berxwe bidin. Em ê canê xwe ji bo axa xwe feda bikin. Mirina bi şeref, ji bindestiyê xweştir e."