ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2019'AN 2019-11-19 09:00:00   * Asiya Hisên a ku 55 salî ye, ji ber êrîşên dewleta tirk koçberî Hesekê bûye û di dibistana bajarê Hesekê bi cih bûye. Asiyayê got: "Koçberî gelek zehmet e. Em li welatê xwe li ser axa xwe koçberiyê dijîn. Em dixwazin dîsa vegerin Serêkaniyê." DÎMEN HEYE   *Jin dê di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî jinê de, li dijî şer, xîzanî, cudakarî û nijadperestiyê dakevin qadan û xwedî li mîrateya Xûşkên Mîrabelan derkevin û azadiyê biqêrin.    * Derbarê êrîşên li ser Rojava Endama Rêveberiya Kongreya Star Wehîda Ibrahîm diyar kir ku bi êrîşan dîsa DAÎŞ zindî dibe û wiha got:"Daxwaza Erdogan tunekirina hemû pêkhateya ne. Divê em hemû pêkhate li dijî êrîşan li berxwe bidin."DÎMEN HEYE   *Di her demeke ku dewriyeyên rûs û tirkan li ser axa Rojava digerin gel bi avêtina keviran bertekên xwe yên li dijî dagirkeriyê tîne ziman. Jina bi navê Edlê Bekîr têkildarî mijarê de wiha dibêje: "Wê tu hêz nikaribin axa me dagir bikin."DÎMEN HEYE   *Til Temir bi mozayika xwe ya gelan, dîroka xwe ya kevnar û erdîngariya xwe ya stratejîk di Herêma Cizîr, Firatê û Şehbayê de tê naskirin. Til Temir li hember Cebhet El-Nusra û DAIŞ'ê berxwedanek bê hempa da meşandin û îro li hember hêza duyem di NATO' yê de li berxwe dide. JI PÊNÛSA JINAN   *Cejna Sezgîn bi munasebeta Hefteya Pirtûkên Zarokan a Cîhanê bang kir ku zarok bi zimanê dayikê bêhtir pirtûkan bixwînin û wiha got; “Bila zarok bi çanda xwe û zimanê xwe zanistê fêr bibin.”DÎMEN HEYE   *Herî dawî qeyûm tayînî Şaredariya Dêrikê û Stewrê hatibû kirin û bi vê re hemû şaredariyên Mêrdînê yên HDP'ê  bi rêya qeyûm hatin desteserkirin. Hevşaredarên ku li Mêrdînê di demeke kurt de xebat ji bo jinan pêşve birin ji kursên ji bo kurdî bigirin heta bi kooperatîfên jinan gelek kar û xebat kirin. Lê piştî tayînkirina qeyûman hemû tiştên ku ji aliyê jinan ve komî ser hev hatin kriin ji aliyê qeyûm ve tên belavkirin.   *Zarokên dibistanên bajarê Qamişloyê bi boneya 20’ê Mijdarê Roja Zarokan a Navneteweyî de wiha gotin: "Sala borî me bi coşek mezin roja mafê zarokan pîroz kir, lê vê salê gelek zarokên bê guneh hatin qetilkirin û ji dibistanên xwe dûr man. Em dixwazin şer raweste û jiyana me wekî berê bi ewle bibe."DÎMEN HEYE   *Endama Komîteya Jineolojîyê ya herêma Firatê Dîcle Heydar  di derbarê 25’ê Mijdarê û destihiladariya li ser Bakur û Rojavayê Kurdistanê wiha nirxand: “Tundiya li ser jinê di kesayeta her sê xwişkên Mirabel de hate jiyîn. Îro em di kesayeta Hevrîn, Amara û Barînê de dibînin. Dîrok  careke din her sê xwişkên Mirabel dijî.”DÎMEN HEYE   *Zarokên Kobanê di derbarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê de wiha dibêjin: "Her roj em zarok tên kuştin, lê dewlet hemû li hemberî mirina me bêdeng e. Li vê herêmê tenê QSD de mafê me diparêze."DÎMEN HEYE   *Selvî Elma yê ku di temenek biçûk de bi darê zorê hatiye zewicandin, piştî hevjînê wê jiyana xwe ji dest dide, tevî hemû zext û zordariyê li dijî zewicandina duyem derket. Selvî 22 sal in bi tena serê xwe dijî û got: "Tu zahmetî bi qasî şîdeta mêr zehmet nîne. Jina ku ewqas rastî şîdeta mêr were, çawa dikare şîdeta duyemîn rake? Divê jin li dijî zihniyeta heyî têbikoşe.”  DÎMEN HEYE