Li Navneda Jinê Jinwarê panela bi mijara 'Peymana Stenbolê' hat lidarxistin 2019-11-18 17:41:50   AMED - Li Navenda Jinê Jinwarê, bi minasebeta 25'ê Mijdarê panela bi mijara "Peymana Stenbolê û Tundiya li Dijî Jinê" hat lidarxistin.   Navenda Jinê Jinwarê ku di bin banê Şaredariya Çinara Amedê de ye bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweryî bi mijara "Peymana Stenbolê û Tundiya li Dijî Jinê" panel li dar xist.  Panel bi tevlibûna Hevşaredara Çinarê Neclsa Tamrîş, cîgira hevşardaran Bêrîvan Dal, Endamên Meclisa Şareariyê û tevlibûna gelek jinan hat  li darxistin.  Wekî panelîst jî Sekretera ÎHD'amedê Yuksel Aslan Acar û rêvebera ÎHD'ê parêzer Gurbet Yavuz tevli bûn.   Di destpêka panelê de Yuksel Acara Aslan axivî û li ser tundiya li jinê nirxandin kir. Yuksel diyar kir ku gotina li dijî tundiyê girîng e û wiha got: "Divê jin li dijî tundiyê bêdeng nemînin. Ji ber ku tundî roj bi roj zêde dibe û tundî di nava civakê de bûye pirsgirêka herî girîng."   Parêzer Gurbet Yavuz jî ku bal kişand ser girîngiya Peymana Stenbolê wiha got: "Peymana stenolê ji bo mafên jinan gelek girîng e ji ber ku di nav xwe de gelek mafan dihewîne. Lê di warê pêkanînê de pirsgirêk tên jiyîn. Lê li gel van pirsgirêkan jî divê jin di warê hiqûqî de pêkanîna wê peymanê bidin zorê."   Piştî axaftinan panel bi pirs û bersivan hat berdewamkirin.