Li Kopê panela 25'ê Mijdarê hat lidarxistin 2019-11-18 17:03:03   MÛŞ - Meclîsa Jinan HDP'ê bi minasebeta 25'ê Mijdarê bi navê "Em li dijî şîdeta dewlet û mêr serî radikin" li Kopê ya Mûşê panelek hat lidarxistin.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) ya Mûşê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê, li Kopê ya Mûşê panelek li dar xist. Panel li vahiya Rêxistina HDP'ê ya navçeyê pêk hat. Civaknas Neslîhan Şedal, hevşaredara Kopê Eylem Saruca, endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tevlî panelê bûn. Di panelê de pankarta 'Em li dijî şîdeta dewlet û mêr serî radikin' hat daliqandin.    Neslîhan, di panelê de bal kişand ser kampanyaya TJA'yê ya bi navê "Ji bo azadî û guherînê tu jî rabe ser piyan" û wiha axivî: "Di çarçoveya plansaziya 6 mehan a kampanyayê de meha Mijdarê wekî meha têkoşîna li dijî şîdetê hatibû îlankirin. Di çarçoveya xebatan de li gelek deveran çalakî û bernameyên cuda hatin lidarxistin. Em îro li Kopê ne û ev tişt ji bo me watedar e."   Di panelê de qala dîroka 25'ê Mijdarê hat kirin. Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.