HDP li dêrikê çû serdana esnafan 2019-11-18 15:57:39   MÊRDÎN - Li Dêrikê ku qeyûm tayînî şardariyê hat kirin HDP'yî çûn serdana esnafan.    Li Dêrikê ku qeyûm tayînî şardariyê hat kirin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çû serdana esnafan. Di nava heyeta HDP'ê ku çû serdanê de Paralmentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Guna, Hevşaredarê Dêrikê Mehmet Şerîf Kiran û Endamên Meclisa Şaraedariyê cih gitin   Di serdanê de parlamentera HDP'ê Ebru Gunay axivî û wiha got: "Qeyûm tenê tayînî şaredariyên me nehatine kirin û tayînî îradeya gelê me hatine kirin. Îradeya gelê me hat xespkirin. Divê ji îro û şunde em bêhtir bên gel hev. Heta roja îro me li ber xwe da em ê ji îro û pêde jî li ber xwe bidin.  Wê gelê kurd li îradeya xwe xwedî derê."