Hevşaredar li ser 'Gûmanê' 4 roj in di bin çavan de ne 2019-11-18 14:16:55   MÊRDÎN - Hevşaredarê HDP'yî yên Şemrex , Stewrê û Dêrikê çar roj in di bin çavan de tên girtin. Dema binçavkirina hevşaredaran sibe bi dawî dibe.   Li Mêrdînê di serdegitinên malan ku roja înê serê sibehê hatin kiri nde hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li şûna wan qeyûm hat tayînkirin ya Stewrê Gulîstan Oncu, ya Dêrikê Mulkiye ESMEZ û ya Şemrexê Nalan Ozaydin û xebatkarên şaredariyê çar roj in di bin çavan de ne.   Parêzerên hevşaredarên ku bi gûmana "endamtiya rêxistinê" hatine binçavkirin, diyar kirin ku rwşa wan baş e. Parêzeran di hevdîtina beriya vê ku bi parêzeran re kiribûn jî diayr kiribûn ku hevşaredaran gotine ew dizanin ku ji bo qeyûman tayînî şaredariyan bikin hatine binçavkirin. Hat ragihandin ku sibe dema binçavkirina hevşaredaran bi dawî dibe.