Ji Stenbolê peyama 25'ê Mijdarê: Divê em her rojê bikin roja berxwedanê 2019-11-18 09:04:06   Gulîstan Azak   STENBOL - Bi nêzbûna 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî, li dijî tundiya ku roj bi roj zêde dibe û êrîşên li ser destkeftiyên jinan jinên Stenbolê banga dakevin qadan li jinan kirin û wiha gotin: "Divê em her rojê bikin roja berxwedanê û û di 25'ê Mijdarê de li qadan, hêrsa xwe û serhildana xwe bi dengê bilind bînin ziman."      Ji 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî re tenê çend roj man. Jin, îsal vê rojê di bin şert û mercên dijwar de pêşwazî dikin. Li gel ku tundî û êrîşên li ser destkeftiyên jinan zêde bûne, di encama polîtîkayên şer de krîza siyasî û ya aborê ji bandora neyînî li ser jiyana wan dike.  Li aliyekî jî li Tirkiyeya ku di warê siyasetê de hejmara jinan gelek kêm e, êrîşên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku pergala hevserokatiyê rêve dibe berdewam dikin. Di çarçoveya van êrîşan de qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê tên kirin û hevşaredar tên girtin.    Jinên ku me li Îskeleya Kadikoyê mîqrofona xwe dirêjî wan kir êrîşên li dijî jinan û mafên wan nirxandin û bang li jinan kirin ku dakevin qadan û denêgê xwe bilind bikin.    'Em ê di 25'ê Mijdarê de li qadan bim'   Jina bi navê Suheyla Amak diyar kir ku divê ji tundiya li jinê tê kirin re çareyek bê dîtin û wiha got: "Ji ber tundiya ku roj bi roj zêde dibe, ez bi tirs li malê bi hevjînê xwe yê 45 sal e pêre zewicandîme dimînim. Ji ber ku em êdî nema dizanin tunî wê ji ku ve bê. Li welatê me ji jinê re girîngî nayê dayîn. Di heman demê de jineke ku di nav siyasetê de cih digirim e. Rojekê me xwest ku em ji bo xebatê biçin sitargeheke jinan lê destûr nedan me. Li cihê ku xwegîhandina jinan a stargeha jinan ewqas zahmet be, çawa dibe ku kesên zerarê bidin jinan ewqas bi hêsanî dikarin bikevinê û tundiyê li jianan bikin. Dem dema dengê xwe bilindkirinê ye. Divê jin di 25'ê Mijdarê de dakevin qadan û li dijî tundiyê dengê xwe bilind bikin."   'Di warê aborî de jî tundî tê kirin'   Fîlîz Gençturk jî diyar kir ku ji bilî tundiya fîzîkî gelek cureyên tundiyê hene û wiha got: "Divê tundî tenê di warê fizîkî de neyê destgirtin. Tundiya herî dijwar tundiya aborî ye.  Divê jin bi xwe bawer bin û debara xwe bi xwe bikin. Jin mafên xwe bi kar tînin. Em li bendê ne ku di 25'ê Mijdarê de hemû jin dakevin qadan."   Divê jinplatfromên ku karibin dengê xwe lê bilind bikin bi kar bînin'   Sîbel Kiliç jî anî ziman ku tudî xwe ji malê xwedî dike. Jin xwedî hêza ku bikaribin li dijî tundiyê li ber xwe bidin û ev tişt got: "Jin xwedî maf e lê tişta girîng ew e ku jin di ferqa mafê xwe de be. Bila jin nebêjin ku bi tenê ne. Divê rêbazên ku xwe biparêzin peyda bikin. Divê jin hemû platformên ku bikaribin dengê xwe li wan bilind bikin bi kar bînin."   'Hikûmet jinê naparêze'   Jina bi navê Tuba Şîmşek ku got hikûmet jinê naperêz e jî wiha got: "Divê her jinek li dijî tundiyê di 25'ê Mijdarê de dengê xwe bilind bike.  Ez bang li jinên ku tundî dîtine dikim û dibêjim dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe mezin bikin."   'Divê jin parastina xwe ya rewşa bi hêz bikin'   Selma Ozcan jî diyar kir ku sedema tundiya li ser jinê polîtîkayên dewletê ne û ev tişt got: "Tundiya li ser jinê cur bi cur e. Ji tundiya aborî bigire heta bi tundiya fîzîkî gelek cureyên tundiyê hene. Divê jin bizanibin ku mêrên herî nêzî wan tundiyê li wan dikin û divê li dijî vê parstina xwe ya rewa bi hêztir bikin."   'Dewlet bi krîza aborî tundiyê dike'   Reyhan Coşkun jî diyar kir ku tundiya herî mezin dewlet li jinan dike û di berdewamiyê de ev tişt got: "Krîza aborî ku dewlet fer dike jî tundî ye. Tundiyeke ku ji dewletê tê. Mûşeyê ku ji bo pîr û kalan tê dayîn ku wan bi birçîbûnê re rûbirû dihêle jî tundiye. Divê mirov tundiyê hinekî jî di vî warî de bigire dest. Divê hemû jin li dijî krîza aborî ku delwetê li wan ferz kiriye dakevin qadan û di 25'ê Mijdarê de dengê xwe bilind bikin."   'Ez tundiya hemzayendên xwe şermezar dikim'   Mêrê bi navê Harûn Bozfirat jî diyar kir ku ew tundiya hemzayendên xwe şermezar dike û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Divê mafên jinan di her warî de bê parastin. Pergala hiqûqê di warê mafên jinan de bes nabînim. Tundiya li dijî jinê şermezar dikim û dixwazim bi dawî bibe."