‘Dewleta mêr sedema trajediya civakî ye’ 2019-11-18 09:01:38   AMED - Civaknas Ruken Erguneş Ozdemîr qeyrana aborî li Tirkiyeyê û bandora wê li ser jin û civakê nirxand û got; “hişmendiya mêr û dewletê tucarî çareseriyê na afirîne û hertim bûye sedema trajediyên civakê. Divê  jin û civak bikevin ferqa van kiryaran û bi awayekî lezgîn bertek nîşan bikin.”   Li Tirkiyê qeyranek mezin ya her alî ku her roj diçe mezin dibe berdewam dike. Ev bandora xwe li civakê û bi taybet li ser jinê dike. Xwe kujî, bêhuzuriya civakê, koçkirinê bi xwe re anî. Ruken sedemê mezinbûna qeyrana aborî û bandora wê li ser civakê ji me re nirxand û di axaftina xawe de wiha diyar kir; “Qeyrana aborî demeke dirêje li tirkiyê û bi taybet ji bo jinan bi awayeke bê navber didome. Aborî bi giştî di destê hikûmet û şaredariyan de ye ku em ji beşeke biçûk yê aboriyê xeberdar û jê berpirsyarin.”   ‘Jin li her qadê rastî mêtingeriyê tê’   Ruken got ji bo em rewşa civakê fêr bibin divê em destpêkê malbatê bizanibin.  Sîstem bi hişmendiya enjekteye civakê dikere jin di malê de jiyanekî heps jiyan dikin. Ji aborî û jiyana kar dûr tê hêlan. Jin her roj bi awayekî sistematik rastî tûndiya aborî tê. Vê carê çiqa pere tê malde, yan ji ger ku bi xwe bixebite jî dest tê danîna li ser pereyê wê û ew pere ji bo çi tê xerckirin nizane. Ji bo mesrefa malê ji beşeke biçûk pere tê veqetandin. Bi wê re tê xwestin ku jin pêdivîyên malê bi awayek ne pêkane pêşwazî  bikin. Ev  ji tê wateya ku jin xebatkarek bê  pere ked dide ye. Profîla kesekî ku bi hemû hebûna xwe ji bo malekî ked dide û li hemberî wê tiştekî nagire dixûliqe. Di cîhanê de herî zêde jin rastî mêtîngeriyê û bişaftinê tê. Ji ber ku ne sîgorta, ne berjewendî ne  jî di civakê de pîşeyeke rêzdar bi xwe dihilgire. Çawa ku di malbat û civakê de hevparî û wekheviyek tüneye, di hikumetê de jî parvekirinek dadwarî tuneye. Serdest her tim serdeste.”   ‘Bi jinê re civakek mîtînger afirandin’   Ruken di berdewamiya axaftina xwe anî ziman ku bi mîtîngeriya jinê re civak ji mîtînger bû û wiha berdewam kir; “Bi taybet rewşa şer ya Rojhilata Navîn bandoreke mezin li qeyran û rewşa civakê dike. koçberî valekirina gundan bu sedem ku mirov ji xwezayê veqetin, bi wê re çandinî û lawirvanî jî xilas bû. gundî ber bi metrepolan ve koç kirin. Ev bû sedem ku qeyrana aborî, çandî û civakî her ku biçe meizn bibe. Rexmê van rastiyan bi israr tê gotin ku qerana aborî tüneye.  Mirov divê rewşê de nikarin pirsgirêkên dijîn binav bikin. Lê mirov birçî, bêkar mane û nikarin pêdivêyên rojane pêşwazî bikin. Em dikarin bejin binyata tundiyê dewlete. Aborî, tûndî û li gel wê çareserî ji dibin tekelê dewletê de ye. Lê dewlet bi van rêbazane dixwaze yekdestiya xwe bide jiyan kirin.”   ‘Zilam koletiyek bi eşq dikin’   Ruken anî ziman ku iktidar ji her kesê re rolek bijartiye û kes jî bi heskirin vê rolê xwe pêktînin û bi taybet zilam koletiyek bi eşq dikin. Ruken wiha berdewam kir; “Zilam kesê kar dike û nan tîne malê ye û jin jî kevaniye, yê ku zarokan temaşe dike û paqijiyê dike. Nakokiya di vir de eşekeraye, lê erka zilam li gor hişmendiya wê ye û ew ji wê erke bi heskirin dike. Ji ber vê sedemê bi zêdebûna qeyrana aborî re sediya xwe kujiyê di zilaman de zêdetir dibe. Yê xwe dikuje zilamê ku erka xwe pêkneaniye ye.  jina ku tim mihtacê zilam tê hêlan vê carê rastî tundiya gotinî, fîzikî tê lê nikare dev ji mêr berde. Ji ber ku di civakê de wê nikaribe bijî. Li rexa wê pirsgirêka nafaka ji derdikeve û di nava malbatê de holekî bê bawerî  diafirînin. Ruken diyar kir ku sedemê vê xwekujiyê çaresernekirina sîstemê ye. Kes di hilbijartinan de bi deng dayinê  pişgirî dide sedemên qeyranê û di tengiyê de xwe berpirsyar dibine.”   ‘Weke ku her tişt başe’   Ruken bal kişand li ser ferasta dewletê û got; “Divê em li televîzyonê bi awayekî baş temaşe bikin û tiştên têde ferq bikin ka dixwazin çi enjekteyê civakê bikin. Di reklaman de jina bi xwarinê malê kêfxweş dike û zilamê bi gewheran jinê kêfxweş dike heye. Bi van yekan dixwazin qirêjiya xwe binixûmînin. Weke ku her tişt başe û jiyanek xweş heye didin nişandan. Ka dixazin em çawa bin wê pêşkêş dikin. Lê divê were zanîn ku jiyanek wiha xweş tüneye di holê de. Her tişt zam ketiye ser û jiyanek bi biha heye, li rexa van yekan hilberîn jî tüneye. Yê ku ji hilberînê re dibe asteng cardin dewlete. Li gel ewqaz qetlîam û îstismarên jinê, bi vekirina qûrsên dirûn û nexişandinê re xwe pak nîşa didin. Weke ku ji bo jinan gelek tişt kirine.”   ‘Bikevin ferqê!’   Ruken herî dawî anî ziman ku hişmendiya zilam û dewletê tucarî çareseriyê na afirîne ku hertim bûye sedemê trajediyên civakê. Dixazin jiyanek şaş bidin fêrkirin, li rexa wê tê zanîn ku bi rêbazên şaş jiyanek rast nayê jiyîn. Divê weke  jin û civak bikevin ferqa van kiryaran û bi awayekî lezgînî bertek nîşan bikin.