Şêniyên Sirînê piştgiriya xwe bi QSD'ê re ragihandin û dagirkerî red kirin 2019-11-17 16:41:59   KOBANÊ - Bi pêşengiya Rusipiyên bajarokê Sirînê  bi dirûşma "Netewa Demokratîk bingeha wekheviya gelan e" li dijî êrîşên dewlet tirk û ji bo pişgiriya QSD´ê meşiyan.   Bi sedan ji şêniyên bajarokê Sirînê, navçeya Çelebiyê, navçeya Şêranê, Kobanê di pêşengiya rûsipiyan de û sazî û dezgehên civaka sivîl li ber pira Sirînê kom bûn. Girseya ku kom bû ji bo êrîşên dewleta tirk şermezar bike û piştevaniya xwe bi QSD`ê re ragihîne meş li dar xist.   Çalakvanan wêneyên cangoriyên azadiyê, alên QSD´ê, pankartên bi nivîsa "Em hemû QSD'yî ne QSD'yî  zarokên me ne, "Em peymanên ku pêşeroja me hedef digrin qebûl nakin,  birez Trump, Edogan serfermandarê Bexdadî ye şaş nebe!", Trump nebe hevkarê Erdogan di qirkirina Gelê Kurd de, Bes e ji peymanên neheqî û şer re li ser gelê me û axa me" hildabûn. Meş bi dirûşmên, "Dagirkeriya dewleta  tirk re na", "Bi QSD´ê  re heta mirinê " û "Şehîd namirin" ji pira bajar dest pê kir û ber bi şaraderiyê ve çû.   Meşvan  li ber deriyê şaredariyê rawestiyan û ji bo bîranîna cangoriyên azadyê deqeyek rêz girtin. Paşê li ser navê Tevgera Jinê Leyla Muhemed Elî, li ser navê êlên bajaroka Sirînê Ibrahîm Berî û li ser navê Meclisa bajaroka Sirînê Mistefa Mislim axivîn.   'Em ê bi hev re axa xwe biparêzin'   Leyla Mihmed Elî wiha got: "Di serî de em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re û şifayê ji birîndaran re dixwazin. Ev ax bi xwîna hemû pêkhateyan hat rizgarkirin û em ê bi hev re vê axê ji dagirkeran biparêzin. Yên ku  li ser vê axê bijîn kurd, ereb, suryan, tirkmen û hwd in. Me ji xwe re berxwedan bingeh girtiye û ji bilî berxwedanê em tu xetên din napejirînin."   'Em li pişt zarokên xwe ne'   Her wiha Ibrahîm Berî û Mistefa Mislim jî axivîn û gotin: "Bi sed salan e em pêkhateyên vê herêmê li ser vê axê bi hev re dijîn.  Lewma em ê bi yek îrade û hêzê axa xwe biparêzin û piştgiriya şervanên xwe bikin."   Meş bi silavkirina berxwedana QSD`ê û şermezarkirina êrîşên  Tirkiyeyê bi dawî bû.