Li Silopiyê bernameya sînevozyonê hat lidarxistin 2019-11-17 16:23:46   ŞIRNEX - Meclîsa Jinan a  HDP’ê , di çarçoveya 25'ê Mijdarê de bi jinan re hat gel hev û sînevîzonek derbarê jiyana jinan de da temaşekirin. Di bernameyê de fîlma bi navê Kirasê Mirinê: Hêwîtî hat temaşekirin.   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan a (HDP) ya Şirnexê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinê de bernameya temaşekirina sînevîzyoê pêk anî. Gelek jin jî tevlî temaşe kirina sînevîzyonê bûn.   Jinên ku li avahiya navçeya Silopiyê hatin gel hev, fîlma bi navê Kirasê Mirinê: Hêwîtî temaşe kirin. Piştî temaşekirina sînevozyonê bername bi çepik û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.