Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Heta serkeftinê wê berxwedan bidome 2019-11-17 12:58:33   MÊRDÎN - Meclisa Ciwanan û ya Jinên Ciwan a HDP'ê, bertek nîşanî tundî û binçavkirinên demên dawîn ên li ser endamên xwe dan û wiha gotin: "Li gel binçavkirin û girtinên ku bi armanca bêzarkirinê tên kirin wê berxwedana me berdewam bike."   Meclisa Ciwanan û ya Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê tudî û binçavkirinên li ser endamên xwe yên dema dwîn daxuyanî dan. Li salona ku daxuyanî lê hat dayîn pankarta bi dirûşma, "Ciwanan li ber xwe dan, ciwan li ber xwe ddin  û wê ciwan li ber xwe bidin" hat daliqandin û avahiya HDP'ê ya bajêr ku daxuyanî lê hat dayîn ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.    Daxuyanî li ser navê ciwanên HDP'yî ji aliyê Sultan Irmak ve hat xwendin. Sultan wiha got: "Li Tirkiye û li Kurdistanê têkoşîna hevpar a ciwanan mezin dibe û li cîhanê jî di van rojan de tevgerên civakî têkoşîna xwe daxistine qadan. Ji ber vê berxwedana ku tê dayîn kesên ku nikarin li qeserên xwe rehet rûnên disa çoyê xwe nîşanî ciwanên ku pêşroja civakê ne didin. Bloka AKP -MHP'ê ku meşrûbûna wan roj bi roj têk diçe, tundî û zarodestiyê dixwazin serweriya xwe berdewam bikin û girêdayî vê li operasyonên xwe yên qirkirina siyasî yeke din zêde kirin. Di serdegirtina malan a di navbera 8-9'ê Mijdarê de, 6 jê endamên rêveberiyê, 28 endamên Meclisa me bi giştî 34 hevalên me hatin binçavkirin. Endama meclisa me Gulîstan Yilmaz bi lêgerîna tazî û îşkenceyê re rûbirû maye, Ji Lijneya Rêveberiyê Metîn Yilmaz jî li odeyeke tarî bi îşkenceyê re rûbirû maye û êdî nema dikare bimeşe."   'Bila hevalên me demildest bên berdan'   Sultan anî ziman ku divê hevalên wan ên girtî demildest bên berdan  û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Hevalên me yên lijneya rêveberiyê 7 jê endamên Meclisê bi giştî 10 hevalên me hatin girtin û yên mayî jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Bila îktîdara AKP-MHP'ê hevalên me demildest berde û bila baş bizanibe ku wê têkoşîna me hata serkeftinê bêyî ku em gavekê paşve biavêjin berdewam bike."   Daxuyanî bi dirûşlma "Tundî me bêzar nake" bi dawî bû.