Qeyûmê vekirina HDP'ê qedexe kir ji bo xwe destûr da 2019-11-17 10:01:28   MÊRDÎN - Li Mêrdînê hemû xebat û merasîmên vekirinê ku ji bo şaredariya HDP'ê hatin qedexekirin piştî ku qeyûm hat  karê wî yê yekem  bû merasîma vekirinên ku berê hatibûn qedexekirin.     Piştî ku hevşaredara Dêrika Mêrdînê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat binçavkirin Qeymeqamê Navçeyê Hakan Kafkas wekî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Qeymeqamê ku wekî qeyûm tayînî şardariyê hat kirin hemû merasîmên vekirinê û çalakiyên ku şardariya HDP'yî xwestibû be û ji aliyê wî ve hatin qedexwekirin ji bo xwe serbest kirin. Qeyûmê ku hemû xebatên şardariyê bi destûra xwe ve girêdan, ji bo merasîma vekirina avahiya şaredariyê ku nû qediya bi hinceta "ewlehiyê" destûr nedabû.