Ehlam Ebdilrihîm: Bi wekheviya gelan em ê dagirkeriyê têk bibin 2019-11-17 09:07:35   Necah Miîş/Xedîr Elebas   HESEKÊ - Ji ber êrîşên dewleta tir bi sed hezaran şêniyên Serêkaniyê ji malê xwe koçber bûn. Jina bi navê Ehlamê Ebdilrihîm a koçber bûye da zanîn ku tê xwestin Kurd bên tunekirin û wiha got:"Bi wekhevî û îradeya hemû pêkhatiyan em ê Erdogan têk bibin. Daxwaza Erdogan her kesî tune bike. Lê em ê destûrê nedin zihniyeta dagirker."   Bi sed hezaran sivîl bi zorê ji bajarê xwe koçber bûn. Di 9'ê cotmehê de ji şêniyên Serêkaniyê bû rojek reş û tarî. Dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî şêniyên Serêkaniyê kirin. Di encama van êrîşan de jin û zarok qetil kirin, malê sivîlan şewitandin her tişt dan ber talankirinê. Jina bi navê Ehlam Ebdelrehîm a ku ji ber êrîşan tevî sê malbatan di cihekî de dimîne anî ziman ku ew dixwaze vegere bajarê xwe.    'Hatine me qir bikin'   Ehlamê da zanîn ku beriya êrîş were ser bajar ew derketine û wiha domand: "Beriya şer dest pê bike em ji mala xwe derketin, ji ber me zanîbû bê Erdogan û çeteyên xwe çiqasî hov in. Ji bo zarok nemirin min wan berî şer derxist. Erdogan li pêşiya çavên herkesî bi çekên herî  giran û qedexekirî ser gel da şixulandin. Bi dehan zarok laşê wan şewitî û mînaka wê zarokê bi navê Mihemed e ku qîr qîra wî bû. Gelo kanî mafê zarokan? Qaşo hatiye bajarekî bi ewle ava bike. Na, tenê hatiye me qir bikin."    'Em bûne ji bajarê xwe ditirsin'   Ehlamê teqez kir ku di bin navê "Kaniya aştiyê" de jin û zarok hatin kuştin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ji bo avakirina herêmeke qaşo bi ewle û xelaskirina gel 'ji terorê' êrîşî me kirin. Erdogan malê me û sivîlên ku li bajar mabûn bi balafiran topebaran kir. Êdî em nema diwêrin vegerin mal û bajarê xwe, bajarê Serêkaniyê bûye dojeh ji ber çeteyên DAÎŞ'ê. Em bûne ji bajarê xwe ditirsin. Loma yên terorîst ew in ne em in. "    'Ma ev çi hal e?'   Ehlamê diyar kir ku 3 malbat di odeyekê de dimînin û wiha berdewam kir: "Niha em 3 malbat tenê di odeyekê de dimînin, zivistan hat û dinya pir sar dibe. Her êvar em cemidî ne û zaroka min  nexweş e. Ma ev çi hal e? Em mal û bajarê xwe dixwazin."   'Bi wekheviya gelan em ê Erdogan têk bibin'   Ehlamê destnîşan kir ku heta QSD venegere Serêkaniyê ew jî venagerin û wiha got: "Heta QSD venegere em jî venagerin, ji ber me diparastin û hemû mafê me yê jiyanê mîsoger bû. Em dixwazin bibe mîna berê. Em ê bi wekhevî û îradeya hemû pêkhatiyan Erdogan û çeteyên wî têk bibin. Banga min ji dewletê navneteweyî re ew e ku bila çeteyên Erdogan ji bajarê me derxin. Ez bi hêvî me gelê Rojava li dijî çeteyan bibin destek ji ber ku ne tenê kurdan hedef digire dewleta tirk bi çeteyên xwe, dixwaze her kesî qir bike û xaka me dagir bike. Di demeke nêz de em ê Serêkaniyê rizgar bikin û  ji nû ve ava bikin."