Jinên Dêrikê: Heta kengî dewletên navneteweyî wê lal bin? 2019-11-17 09:06:01   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Jinên bajarê Dêrikê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û gotin: "Bêdengiya dewletên navneteweyî, diyar dike ku destên gelek dewletê dinyayê di nava êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin heye."   Ji 9'ê Cotmeha 2019'an ve heta niha, bê navber êrîşên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam e. Bi sedan jin, zarok û şervanên azadiyê jiyana xwe ji dest dan. Li aliyekî din jî bêdengiyek navneteweyî tê jiyîn. Têkildarî vê mijarê jinên bajarê Dêrikê yê girêdayî Kantona Qamişloyê bi tekoşîneke mezin li ber xwe didin û gotin: "Heta em bikaribin û dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê piştgiriyê bidin şervanê xwe, bawiriya me bi hêza me heye."    'Bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin'   Xaliya Remedan êrîşên dewleta tirk ên li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyayê şermezar kir û got: "Ne mafê dewleta tirk a dagirker e ku  êrîşî me bike û têkeve nava axa me. Me bi hezaran şehîd li ser vê axê dan. Ew nikare bi hêsanî me ji nava axa me derxîne. Em derbasî axa kesî nebû ne, heta ku bi wehşiyet êrîşî me bike. Bi hezaran jin û zarok qetil kirin."    'Em ê nehêlin  dewleta dagirker bikeve welatê me'   Xaliyayê bal kişand ser bêdengiya dewletên navneteweyî û wiha pêde çû: "Li pêşiya çavên hemû dinyayê kiryarên dewleta tirk tên kirin, lê heta niha dewletên navneteweyî bêdeng in û xwe kor û lal kirine. Ev yek diyar dike ku destê hemû dewletan di êrîşan de heye. Tevî wisa jî em ê her li berxwe bidin û nehêlin  dewleta dagirker bikeve welatê me."   'Ma qey tu kes me nabîne?'   Wensa Şawîş jî nerazîbûna xwe ji êrîşên dewleta tirk re kir û wiha dewam kir: "Ev zêdetirî mehekê ye dewleta tirk êrîşî ax û welatê me dike. Bi hezaran jin û zarokên me qetil dike. Me êrîşî ser axa tu kesî nekiriye heta ku bi hovîtî dewleta tirk êrîşî axa me dike. Ma qey tu kes me nabîne? Heta kengî wê dewletên navneteweyî bêdengbin?"   'Mafê me ye em parastina axa xwe bikin'   Wensayê  di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedêran û wiha lê zêde kir: "Bi hezaran şehîdên me hene û wan li dijî terora DAÎŞ'ê şer kirin. Piştî DAÎŞ têk çû êdî dewleta tirk êrîşî axa me dike, lê bi berxwedana gelê me wê bi ser nekeve. Mafê me ye em parastina axa xwe bikin. Bangewaziya min ji hemû dayikan re ew e ku li hemberî êrîşên dewleta dagirker serî netewînin û her li berxwe bidin."   Wesayê wiha axaftina xwe bi dawî kir: " Bêdengiya dewletên navneteweyî şermezar dikim. Îro bi hezaran zarok û jin tên qetil kirin tu kes dengê xwe nake."