Li Edeneyê jin dê li dijî şîdet, şer û xizaniyê dakevin qadan 2019-11-17 09:01:35   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Rêxistinên Jinan ên Edeneyê bi minasebeta 25'ê Mijdarê dê li dijî şîdet, şer, xizanî û kuştinê dakevin qadan û daxwazên xwe bînin ziman.    Xebatên ku bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê tên kirin didomin. Rêxistinên jinan ên Edeneyê dê îsal bi mijarên, şîdet, şer, xizanî, xebata bêewlê dê dakevin qadan. Li Edeneyê jin dê di 25'ê Mijdarê de di saet 18.00’an de meşek bê lidarxistin. Meşa jinan dê li Parka Abîdîn Dîno dest pê bike û heta Parka Ataturkê bidome.    'Em dixwazin bijîn'   Endama Piştevaniya Mor Pelîn Songul Çîçek, bal kişand ser têkoşîna jinan û got: "Li cîhanê jin ji bo 25'ê Mijdarê amedekariyên cur bi cur dikin. Em jî li Edeneyê bi dirûşma 'Em dixwazin bijîn' 25'ê Mijdarê pêşwazî dikin. Jin li dijî şîdetê xwe birêxistin dikin. Piştevaniya jinan a li dijî şîdeta li hemberî jinê her ku diçe zêdetir dibin. Rêxistinên jinan a Edeneyê bi berfirehî xebatên xwe yên 25'ê Mijdarê didomînin. Edenê di mijara, şîdet, kuştin û îstîsmarê de di rêza duyem de cih digire. Ji ber vê sedemê daketina jinê a qadan girîng e."   'Li dijî şîdet, xizanî û kuştinê bibin yek'   Pelîn, di axaftina xwe de qala bernameyên xwe kir û diyar kir ku dê ji bo civandina bernameyên cuda li dar bixin. Pelîn, diyar kir ku ji hêla Platforma Jinan a Edeneyê ve dê meşek bê lidarxistin û wiha axivî: "Em bang li jinan dikin ku tevlî meşa me ya fînalê bibin. Li dijî şîdet, xizanî û kuştina jinê bibin yek."   'Ji bo pêşeroja jin û zarokan rêxistinbûn hewceye'   Endama Piştevaniya Mor Sîbel Alevşîmşek jî da zanîn ku jin ne mecbûrin ku bedela siyasete qirêj bidin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji ber polîtîkayên xelet şîdeta li hemberî her ku diçe zêdetir dibin. Jin dixwazin di nava aştî û aramiyê de jiyana xwe bidomînin. Bila siyaset û daraz li ya we be, tenê dest me nedin. Destê xwe yên qirêj ji beden û jiyana me bikişînin. Şîdeta li hemberî jinê bi dawî bikin. Ji bo pêşeroja jin û zarokan divê em xwe birêxistin bikin û bi rêxistinî di 25'ê Mijdarê de li hev bicivin."   ‘Divê daraz biryarên bi bandor bigire'   Parêzer Selay Dalsuyu, daxuyand ku divê rayedar gav bavêjin û wiha dom kir: "Ez bi taybetî bang li rayedaran dikim ku bila li dijî şîdetê bikevin nava hewldanan û gavan bavêjin. Ji bo pratîzekirin qanûna 6284'an divê xebat bên kirin. Her wiha divê daraz biryarên bi bandor bigire. Li dijî Peymana Stenbolê polîtîkayên herî paşverû niha di pratîkê de ne. Em bi şîdetê re najîn û em bang li jinan dikin ku tevlî meşa 25'ê Mijdarê bibin."