ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2019'AN 2019-11-17 09:00:00   *Rêxistinên Jinan ên Edeneyê bi minasebeta 25'ê Mijdarê dê li dijî şîdet, şer, xizanî û kuştinê dakevin qadan û daxwazên xwe bînin ziman.  DÎMEN HEYE    *Platforma Jinê ya Enqereyê ji 2006'an heta îro torek girîng a rêxistinê ye. Jinan di nava vê platformê de 13 salan têkoşiyan. Ji damezrînerên platformê Latife Kahya Demirci anî ziman ku bi saya Platforma Jinê ya Enqereyê jin hatine gel hevdu û wiha got:"Bi saya platformê astengiya li pêşiya hatina gel hevdu rabû."DÎMEN HEYE    *Di hilbijartina 31'ê adarê de HDP li Ebêxê bi ser ket, lê bi hinceta ku hevşaredar bi KHK'yê hatiye îxraçkirin AKP'yî tayînî şaredariyê kirin. Şêniyên navçeyê da zanîn ku 8 meh in li navçeyê xizmetek nehatiye dayîn û pirsgirêkên gundiyan nayên guhdarkirin. DÎMEN HEYE   *Jinên bajarê Dêrikê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û gotin: "Bêdengiya dewletên navneteweyî, diyar dike ku destên gelek dewletê dinyayê di nava êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin heye."DÎMEN HEYE