Li Edeneyê belavkirina broşurên 25'ê Mijdarê hat qedexekirin 2019-11-16 14:13:08   EDENE - Broşurên ku bi minasebeta 25'ê Mijdarê bi ser navê "Em li dijî şîdeta mêr û dewletê serî radikin" ji hêla Meclîsa Jinan a HDP'ê ve hatî amadekirin li Edeneyê jî hatin qedexekirin.     Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê bi sernavê "Li dijî şîdeta mêr û dewletê em serî radikin" broşûr amade kirin. Lê broşurên Meclîsa Jinan li Edeneyê hatin qedexekirin. Polîsên ku hatin avahiya Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê biryara Walîtîya Edeneyê ya qedexekirina broşuran ragihand. Hevseroka Rêxistina HDP'ê yê bajêr Gulseren Turan bertek nîşanî biryarê da.    Gulseren, destnîşan kir ku dê li dijî şîdeta dewletê, kuştina jinê dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Broşurên ku me amade kirin li gelek cihan bi nêzîkatiyeke keyfî belavkirina van hatin qedexekirin. Ev vê tiştî wekî şîdeta dewletê dinirxînin. Lê em carek din dibêjin ku em ê têkoşîna xwe bilind bikin û xwe biparêzin."