'Bila Melîke û Rûken serbest bê berdan, rojnamegerî ne sûc e' 2019-11-16 10:40:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê daxuyanî derbarê girtina rojnamegerên jin ên bi navê Melike Aydin û Rûken Demir da. Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê di daxuyaniya ku da de diyar kir ku divê ev bêhiqûqî demildest bi dawî bibe û got bila Melîke û Rûken serbest bê berdan, rojnamegerî ne sûc e.   Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), derbarê binçavkirina nûçegîhana JINNEWS'ê Melike Aydin û nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê ku di 12'ê mijdarê de li Îzmîrê hatin binçavkirin û piştre hatin girtin de daxuyaniya nivîskî hat dayin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Do hevalên me yên rojnameger Ruken û Melike bi îdiaya "Li ser navê rêxistinê meşandina çalakiyan" hatin girtin. Hevdîtinên bi telefonan wekî hincet hatine nîşandan û hevalên me girtine. Bi taybet ev êrîşên li ser jinan ne hiqûqî ye. Ev bi awayekî siyasî tê kirin.    Ji vê yekê diyar dibe ku zagonên derbarê azadiya fikir, tenê li ser qaxizê dimîne. Em wekî Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê tînin ziman bila demildest ev bêhiqûqî bi dawî bibe. Bila Melîke û Rûken serbest bê berdan, rojnamegerî ne sûc e."