Rojnameger Melîke Aydin û Rûken Demîr hatin girtin 2019-11-16 10:00:35   ÎZMÎR - Rojnameger Melîke Aydin û Rûken Demîr ên çar roj berê li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin girtin.    Li Îzmîrê di 12’ê Mijdarê de di çarçoveya lêpirsîna li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê hatibû destpêkirin, nûçegihana ajansa me Melîke Aydin û nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Rûken Demîr hatibûn binçavkirin.   Rojnameger Melîke û Rûken duh derxistin Dadgeha Îzmîrê û heta dereng îfadeyên wan dewam kir. Piştî îfade bi dawî bûn dadgehê bi îdiaya “Li ser navê rêxistinê xebat bi rêve birine” biryara girtina rojnameger Melîke û Rûken da û ew şandin Girtîgeha Jinan a Şakranê.