Ji bo çalakiyên 25'ê Mijdarê banga tevlibûnê li jinan hat kirin 2019-11-16 09:12:39   Medîne Mamedoglu   MÊRDÎN - Hevseroka Bajarê Mêrdînê ya HDP'ê Eylem Amak ku ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî banga berxwedanê kir , wiha got: "Jin bi hev re bi hêz in. Ger em mil bidin hev tu tişta ku em nikaribin bikin tune ye."   Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinê ya Naventeweyî de, rêxistinên sivîl, komeleyên jinan û rêxistinên jinan ên partiyên siyasî dest bi çalakiyan kirin. Ji bo çalakiyên ku wê heta 25'ê Mijdarê bên berdewamkirin Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajarê Mêrdînê Eylem Amak, bang li jinan kir ku li dijî tundî û êrîşên li wan tên kriin yekitiya xwe xurt bikin.    'Heta 25'ê Mijdarê em ê her rojê li qadan bin'   Eylem diyar kir ku her çalakiya li dar bixin wê bi coş derbas bibe û wiha bahsa çalakyên wê li dar bixin kir: "Me jinên Mêrdînî di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê de programek çêkir. Em ê starta 25'ê Mijdarê bi jinan re bidin û em ê di fînalê de jî bi meşeke girsyî programa xwe bi dawî bikin. Herwiha em ê heta 25'ê Mijdarê her roj bi çalakiyekê li qadan bin. Di nava çalakiyên ku em li dar bixin de em ê ji jinên girtî re kartan bişînin, derbarê jinên hatin qetilkirin de bernameyan pêk bînin, lîstikên şanoyê bidin pêşandan û hevdîtinên jinan pêk bînin. Em jinên Mêrdînî çawa ku me duh li qadan bûn û me gav paşve neavêt îro jî em ê bi heman rengî xebatên xwe berdewam bikin. Em li dijî dewleta mêr ji têkoşîna xwe qet tawîzê nadin."   'Bila jin li dijî tundiyê li qadan bin'   Eylem bang li jinan kir û got ku li Mêrdînê gelek pêkanînên dijmirovî yên li ser jinan ku li navçeyan tên kirn nabihîzin û wiha berdewam kir: " Ji bo jinan banga me ye; em di 25'ê Mijdarê de bang li hemû jinan dikin ku dakevin qadan û li dijî van pêkanînên dijmirovî tevli çalakiyên ku em ê li dar bixin bibin .Wekî ku min di serî de jî got ger ku jin mil bidin hev tu tundiyeke ku nikaribin têk bibin tune ye."   Bernameya çalakiyên ku wê hat 25'ê Mijdarê li Mêrdînê bên lidarxistin wiha ye:   *" 16-17'ê Mijdarê tevlibûna bernameya Platforma Jinan a Şahmaran,     * 18'ê Mijdarê li Artukluyê serdana atolyeyên jin li wan dixebitin,     * 20'ê Mijdarê li navçeya Artukluyê pêşandana sînemayê,      * 21' ê Mijdarê ji bo jinên girtî şandina kartan,     * 22'yê Mijdarê li Mijdyatê wê serdana atoleyên jin li wan dixebitin û serdana komeleyên suryaniyan bê kirin,    * 23'yê Mijdarê li navçeya Artukluyê tevlibûna bernameya Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê,    * 25'ê Mijdarê li navçeya Qoserê meşa fînalê, daxuyaniya çapemeniyê û serdana esnafan wê bê kirin."