Jinên Dêrikê: Ne tenê bi çêkirina xwarinê, çi ji destên me bê em ê bikin 2019-11-16 09:08:35   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Jinên bajarê Dêrikê piştgirî û alîkariya xwe bi çêkirina xwarinê ji hêzên QSD'ê re diyar dikin. Dayikan gotin: "Ne tenê bi çêkirina xwarinê em ê piştgiriya şervanên xwe bi her hawî bikin. Divê em jî layiqê ked û xwîna şervanên xwe bin."    Jinên bajarê Dêrikê yê girêdayî kantona Qamişloyê ji pêkhatiyên kurd, ereb û suryan ji bo piştgirtî û alîkariya xwe bi hêzên QSD’ê re nîşan bidin  xwarinê ji şervanên ku bûye zêdetirî mehekê di çeperan de şer dikin, parastina gel û welatê xwe dikin amade kirin. Jinên ku tevlî çêkirina xwarinê bûne, bi kêfxweşî nêrînên xwe bi me re parve kirin.   Hediya Ehmed diyar kir ku ne tenê bi çêkirina xwarinê ew ê bi her hawî piştgiriya xwe ji şervanan re diyar bikin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Îro bi hezaran şervanên me di çeperên şer de parastina gel û welatê xwe ji çeteyan dikin. Ji bo şervanên me birçî nemînin em jin li hev kom bûn û xwarinê ji wan re amade dikin. Kombûyîma me ya îro girêdana jinê bi şoreşê re dide diyarkirin. Ne tenê em ê bi çêkirina xwarinê piştgirî û alîkariya şervanên xwe bikin, em ê bi her hawî piştgiriyê bidin şervanên xwe. Ji bo azadiya welatê xwe çi bê xwestin û çi kar were ser milê me, em ê bikin."   'Dewleta tirk bi hemû çekên xwe yê giran û qedexekirî êrîşî gelê me dike'   Dayê Hediya êrîşên dewleta tirk şermezar kir û got: "Dewleta tirk bi hemû çekên xwe yê giran û qedexekirî êrîşî gelê me dike. Lê şervanê me QSD jî gelek derbeyên giran li wan xistin. Êrîşên Erdogan em bi tundî şermezar dikin, înşala tirkî bi ser serê wî de hilweşe û para xwe ji êşê bixwe.   'Divê em layiqê ked û xwîna şervanan bin'   Jina ji pêhateyên Suryan jî Corcêt Ebd El-Nûr da zanîn ku heta dawiyê wê berxwedanê bikin û wiha domand: "Em îro bi çêkirina xwarinê piştgiriya hevalan dikin. Şervanên me kedeke pir mezin didin, li hember dijminên hov ax û rûmeta xwe diparêzin. Divê em jî layiqê ked û xwîna wan bin. Heta dawiyê em ê berxwedanê bikin. Serkeftinê ji hemû şervanan re dixwazin."