Rojnamegerên birîndar: Dengê rastiyê nayê rawestandin 2019-11-16 09:05:40   Xezne Celal   KOBANÊ - Rojnemegerên ku di dema şopandina protestoyên gel ên li dijî dewriya hevbeş a rûs û tirk de birîndar bûbûn gotin: "Dewleta tirk ji bo ku rastiya xwe veşêre rojnemevanan hedef digire, lê ew nikare dengê rastiyê rawestîne û dagirkeriya xwe veşêrin."   Rûsya û tirkiye di 12'ê Mijdarê de di çarçoveya lihevkirina Soçiyê de dewriya duyemîn ya hevpar li gundên Rojhilatê Kobanê kir tevgerê. Şêniyên Kobanê li dijî dewriyan protesto kirin û bi awayekî tund bertek nîşan dan. Dewriya rûs û tirk gel gulebaran kir û bombeyên gazê jî bi kar anîn. Di encama êrîşên leşkeran ên li hember helwesta gel 8 sivîlên ku di nava wan de 2 rojnemevan hebû birîndar bûn.   Nûçegîhana JIN TV Zozan Remedan Berkel û nûçegîhanê Ronahî TV Welat Şêxo ji aliyê leşkerên  Tirk ve hatin hedefgirtin û bîrîndar bûn. Di heman demê de li Til Temirê jî nûçegîhanê Ronahî TV Dilyar Cizîrî jî birîndar bû. Her wiha erebeya Ronahî TV û JIN TV jî hatin hedefgirtin ku di encamê de herdû erebe jî derbeyên gule û panzêran xwar.    Ajansa me serdana herdu rojnemegeran kir û kêliyên birîndariya xwe parve kirin.    Zozan Remedan dema ku dîmen digirt, artêşa tirk gule lê reşand û di encamê de ji destê xwe yê ku kamere pê girtibû birîndar dibe.    'Dewriyeyê bi rengekî hov êrîşî gel kir'   Zozanê di destpêkê de wiha behsa kêliyên rûdana şer kir û got: "Dewriya hevbeş ya rûs û tirk di dema ku tura xwe ya duyemîn davêt rastî bertekên gel hat. Şêniyan bi avêtina keviran û berzkirina dirûşman nerazîbûna xwe anîn ziman, me jî weke çapemenî xwest ku em hêrs û helwesta  gel bigirin û bi raya giştî re parve bikin. Dewriyê neteheûlkirina xwe ji bertekan re nîşan dan û li ser gel gule û bombeyên gazê reşandin.  Em weke dezgehên ragihandinê jî di nava gel de hatin hedefgirtin."     'Wê rastî neyê veşartin'   Zozanê bi lêv kir ku wê tu carî rastî nayên veşartin û wiha domandin: "Artêşa tirk  rojnemevan armanc girtin da ku kiryar û êrîşa xwe ya li hember sivîlan veşêrin. Wan xwestin ku bi riya van gefan gel û nûçegîhana bitirsînin, lê em gelekî wiha ne ku li hember bêheqiyê tu carî bê deng namînin. Ji ber vê jî dewleta tirk çiqas hewil bide ku sûcên xwe veşêre û xwe weke bê guneh nîşan bide, em ê weke rojnameger rûyê wan yê rast eşkere bikin, têkoşîn û berxwedana gelê xwe jî parve bikin."    'Em ê tu carî ranewestin'   Her wiha nûçegîhanê Ronahî TV Welat Şêxo jî wiha axivî: "Dema ku dewriyeyê li ser gel  gule direşandin me weke nûçegîhan rola xwe dilîst. Erka me ew e ku em rastiya bûyerê ragihînin ku çawa artêşa tirk sivîlan armanc digirin. Di wan kêliyan de wesayita zirxî ya artêşa tirk bi bi zaneyî du caran xwe li erebeya me dan û paşê jî bombeyeke gazê avêtin hundir. Wan dizanibûn ku erebe ya Ronahî TV ye, loma dixwest ku dîmen û delîlên li dijî wan tune bikin û dawî li jiyana me bînin. Rêhevala min Zozan jî bi heman armancê birîndar bû. Êdî rastiya dewleta tirk li ber çav e, em ê ranewestin û wê rastî jî neyê veşartin."