'Dewleta tirk hebûn û îradeya jinan hedef digire' 2019-11-16 09:04:22   Sara Şêx Hesen    HELEB - Rêveberiya Eleqeta Diplomasî ya Jinê ya li Helebê Leyla Xalid di derbarê êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha got: "Dewleta tirk gelê kurd qebûl nake, hebûn û îradaya jinan hedef digire."      Di 9'ê cotmeha 2019'an de dewleta tirk û komên girêdayî wê bi hemû hêz teknîk û balafirên xwe êrîşî Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê kirin. Heta niha jî êrîş berdewam e. Têkildarî vê mijarê Rêveberiya Eleqeta Diplomasî ya Jinê Leyla Xalid nirxandin kir.     'Hirmeta dewleta tirk ji zagonên şer re tune ye'    Leylayê diyar kir ku di zagonên dewleta tirk de exlaq û mirovatî tune ye û wiha domand: "Dagirkeriya dewleta tirk derbasî sînora Sûriyeyê dibe. Her wiha bi hemû çekên giran û çekên qedexekirî li hember gelên sivîl bi kar tîne bêyî ku hesab bide. Dagirkeriya wî qet hesaba ji zagonên şer re nake, hirmeta wan ji mirovahîyê re tune ye. Di qanûna dewleta tirk a dagirker de tu carî exlaq û mirovatî tune ye. Dema derbasî sînor dibe bi hinceta ku 'gel ji terorê xilas dikin' lê nizane ê teror ew bi xwe ye, ê ku zarok, kal, pîr û jinan qetil dike ew e. Her tim komkujiya bi serê Gelê Kurd de dike. Di dîroka 1923-1925 wê demê jî komkujî bi serê kurdan dikir, di şoreşa Şêx Seîd wê demê tu PKK'ê tune bû. Ev tê çi wateyê? Tirk bi xwe hebûna Gelê Kurd qebûl nake û dixwaze wan tune bike."   'Dewleta tirk hebûna Gelê Kurd qebûl nake'   Leylayê da zanîn ku ermanca dewleta tirk pirojeya netewa demokratîk xera bike û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Armanca dewleta tirk kurdan tune bike. Her wiha pirojeya netewa demokratîk û pirojeya wekheviya gelan ji holê rake. Me digot: 'Em kurd pişta me tenê çiyayên me ne.' Lê niha em dibînin hemû cîhan rabûye piştgirî û alîkariya şoreşa Rojava dikin, şoreşa ku insanetî û îradeya gel bi cîhanê hemî da nasîn. Gelê ewropî helwestên xwe ji bo gelê Rojava dan nîşandan. Êdî kurd li seranserî cîhanê bi nav û deng bû, ji ber Erdogan niha ji xwe re xeyal dike û dibêje: 'Ez ê kurdan tune bikim û mafê wan ji wan bigirim.' Ew tişt ji xwe re xeyal dike, lê em kurd hene û qet tune nabin."    'Hebûn û îradeya jinan hedef digirin'   Leylayê bi lêv kir ku dewleta tirk û komên girêdayî wê hebûn û îradeya jinan jî hedef digire û wiha anî ziman: "Şoreşa me  mafê hemû gelan diparêze. Dagirkeriya dewleta tirk çawa hebûna Gelê Kurd hedef digire, di heman demê de jin û îredaya wê jî hedef digire. Bi hemû cureyên îşkencekirinê li dijî jinê pêk tîne. Li Efrînê me dît çi bi serê jina kurd a leheng kirin, jina ku ji bo erdê xwe ji dagirkeriya wî biparêze wan hedef girtin û bi awayekî hovîtî şidet li ser dikir weke şehîd Barîn Kobanê û li cizîrê Hevirîn Xelef û termê wan perçe perçeyî dikin. Tê wateya tirsa wan ji îradeya jina kurd, heye."   'Armanc û hedefa me yek e'   Leylayê gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Divê em gelê kurd dengê xwe bikin yek, em jin hêza xwe bikin yek. Armanc û hedefa me yek e û em walatê xwe ji dagirkeran re nehêlin. Ji ber îro roja hebûn û tunebûna me ye. Yan em ê azad bijîn, yan jî em ê bi şeref ji bo welatê xwe canê xwe feda bikin."