ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2019'AN 2019-11-16 09:00:00       *Îpek Erkmen a ku 30 salin bi rêbazên tipa alternatîf ji giyayan dermanan çêdike anî ziman ku li gel pêşveçûna tipê nexweşî zêde dibin û got ku divê jin tipa alternatîf an go dermankirina xwezayî ji nifşê nû re ragihînin. BI DÎMEN   *Semîha Zehir a ji gundê Til Kêfçî ye, tevî ku şer nêzî mala wê ye derneketiye û ber xwe dide. Semîhayê got: "Berxwedan û yekîtiya gelan pilanên dijmin têk dibin."BI DÎMEN   *Rêveberiya Eleqeta Diplomasî ya Jinê ya li Helebê Leyla Xalid di derbarê êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha got: "Dewleta tirk gelê kurd qebûl nake, hebûn û îradaya jinan hedef digire."   BI DÎMEN   *Rojnemegerên ku di dema şopandina protestoyên gel ên li dijî dewriya hevbeş a rûs û tirk de birîndar bûbûn gotin: "Dewleta tirk ji bo ku rastiya xwe veşêre rojnemevanan hedef digire, lê ew nikare dengê rastiyê rawestîne û dagirkeriya xwe veşêrin."BI DÎMEN   *Cigîra Serokê Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Şukran Dogan, bal kişand ser girtin û binçavkirina siyasetmedarên jin û got: "Îktîdar hewl dide ku di serî de jinê bêdeng bike, ji ber ku jin bêdeng bibe dê civak jî bêdeng bibe. Lê divê baş zanibin ku jin tu carî dev jî têkoşîn û berxwedana xwe bernadin û bêdeng nabin." BI DÎMEN   *Endama Partiya Pêşverû Mizgîn Berkat teqez kir ku yekîtiya Kurdan dê pilanên qirêj ên navneteweyî têk bibe û got: "Bi yekîtiyê îrade û hêz ava dibe."BI DÎMEN   * Jinên bajarê Dêrikê piştgirî û alîkariya xwe bi çêkirina xwarinê ji hêzên QSD'ê re diyar dikin. Dayikan gotin: "Ne tenê bi çêkirina xwarinê em ê piştgiriya şervanên xwe bi her hawî bikin. Divê em jî layiqê ked û xwîna şervanên xwe bin."    *Ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Serêkaniyê, bi hezaran kes rastî koçberiyê hatin. Dayê Melek a li dibistanê Hesekê bi cih bûye, daxwaza vegera bajarê xwe kir û got: "Mal û milkê me çû û hatin koçberkirin. Lê tevî hemû zehmetiyan tenê dixwazim dîsa vegerim Serêkaniyê." BI DÎMEN   * Jinên ku li gundê Noşar ya Çaldiranê dijîn, li dijî çanda xwarinê ya ku ji hêla modernîteyê ve hatiye ferz kirin bi israrin ku çanda komînal zindî bikin. Jinên ku bi hev re hilberînê dikin, her wiha çêkirina xwarinên kevneşopî jî berdewam dikin. BI DÎMEN   *Ekolojist Çaglar Ozgençturk derbarê zirara ku li xwezayê tê kirin de wiha got:"Xebatên balafirgehê, çêkirina riyan, qadên HES'ê û înşatên otelan dewam dike û ev xebat zirarek mezin dide xwezayê. Lê îktidar li dijî vê yekê tiştekî nake."   *Di çarçoveya Hefteya Pirtûkên Zarokan a Cîhanê de Hevseroka PEN a Kurd Eslîxan Yildirim diyar kir ku ji ber ku Kurd ne xwedî dibistan û dezgehên bi zimanên xwe ne û zarokên wan li dibistana çîrokên biyanî dixwînin û her çiqasî dê û bavê wan bi wan re bi Kurdî biaxivin jî her bi her ji zimanê xwe û ji çanda xwe dûr dikevin û got:" Xweparastina civata Kurdan maye bi berxwedanên di hundirê malbatê de, heke em ji zarokê xwe re bi zimanê xwe çîrokê xwe nebêjin, em ê xwe û zimanê xwe winda bikin."