Li Stewrê binçavkirina hevşaredaran hat şermezarkirin 2019-11-15 16:30:18   MÊRDÎN - Li Stewrê yê HDP’ê binçavkirina hevşaredarên Stewrê, Dêrik, Şemrex û Pirsûsê şermezar kir.    Rêveberên û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Mêrdînê li Stewrê binçavkirina Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin, Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez û Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk şermezar kir.    HDP’iyan ji bo şermezarkirinê li ber avahiya Şaredariya Stewrê kom bûn. Polîsan bi hinceta “çalakî û daxuyanî qedexe ne” destûrê neda daxuyanî bê dayîn. Li ser vê yekê HDP’yî derbasî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Stewrê bûn.    'Em qeyûman nas nakin'   Hevşaredarê Stewrê Mahsûm Denktaş li vir axivî û got: “Em ê heta dawiyê ji bo gelê xwe xizmet bikin. Em qeyûman nas nakin. Gelê me van qeyûman naxwaze. Em dixwazin hevşaredarên me yên derveyî hiqûqê hatine binçavkirin li tavilê bên berdan.”    'Êrîşê vîna jinan dikin'   Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak jî binçavkirina hevşaredaran şermezar kir û wiha axivî: “Me vê sibehê jî çavê xwe bi binçavkirinan vekir. Em van zextan jî û qeyûman jî şermezar dikin. Em îro hatin vir lê nehiştin ji bilî çend kesan bikeve hundirê avahiya şaredariyê. Ev sepanek li dijî hiqûqê ye. Em sedemê binçavkirina hevşaredarên jin dizanin çi ye. Dixwazin li her qadê êrişî îradeya jinan bikin. Lê li dijî van çawa ku me duh têkoşîna xwe dewam kir em ê ji îro pê ve jî têkoşîna xwe bidomînin.”