Mîhrîcana bajarê Silêmanî bi nasandina xwarinên kurdewarî berdewam dike 2019-11-15 15:02:16   Zinar Eynaz   SILÊMANÎ - Di 235’emîn salvegera damezrandina bajarê Silêmanî de mîhrîcanek taybet ji bo nasandina xwarinên kurdewarî li Family Mola bajarê Silêmanî hat lidarxistin.   Bi beşdarbûna komên xwepêşandan û koma govendê ya herêmê di salvegera damezrandina bajarê Silêmanî de mîhrîcanek taybet ji bo nasandina xwarinên kurdewarî û govendên kurdewarî bi boneya 235’emîn salvegera damezrandina bajarê Silêmanî bi rê ve çû. Armanca vê mîhrîcanê nasandina çand û dîroka bajarê Silêmaniyê ye da ku nifşên nû xwarinên kurdewarî nas bikin ji ber ku nifşên nû her ku diçe ji çanda xwe dûr dikeve.   Koma  govendê ya herêmê bi cil û bergên kurdî bi çend curên govendên kurdî beşdarî mîhrîcanê bûn û bala hemû beşdarvanan kişand. Bajarê Silêmanî di 14’ê Mijdara 1784’an ji aliyê Îbrahîm Paşa Babanewî ve hatiye damezrandin. Ji paytexta Mirnişinê li Qelaçû ve guhestiye Silêmanî. Şêniyên bajêr her salê salvegera damezrandina bajêr bi mîhrîcanê pîroz dikin.    Husta Aram xwedî xwaringeheke li bajarê Silêmaniyê ye beşdarî mîhrîcanê bûye di derbarê salvegera damezrandina bajarê Silêmanî de wiha axivî: “Armanca me ya vê mîhrîcanê bilindkirina damezrandina bajarê Silêmaniyê ye. Daxwaza me ew e ku em xwarinên xwe yên kurdewarî bi ciwanên xwe bidin nasandin. Bi taybet niha hemû hemwelatiyên me çavê xwe berdane ser xwarinên hêsan û amade ev jî zerarek mezin dide tendirustiya mirov.”   Lane Kawa a ku beşdarî mîhrîcanê bûye wiha got: “Ev gelek baş e ku her sal mîhrîcanek wiha were lidarxistin. Ji bo nasandina çanda kurdî, pêwîst e gelê kurd hemû dîroka kurd nas bike.”   Çûr Efur jî wiha got: “Di hemû dinyayê de çanda netewekî nasandina wî neteweyî ye. Pêwîst e her sal bi van cureyên mîhrîcanan dîroka kurdan bi ciwanên me were nasandin.”