Li Nisêbînê jinên girtî re kart hatin şandin 2019-11-15 14:47:29   MÊRDÎN - Li Nisêbînê jin bi minasebeta 25'ê Mijdarê ji girtiyên jin re kart şandin.    Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê, li Nisêbîna Mêrdînê jin, ji girtiyên jin re kart şandin. Jinên ku li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kom bûn kartên ku bişînin amade kirin û bi girseyî kart ji girtiyan re şandin.    Jinên ku girtiyan re kart şandin daxwaza azadiya girtiyan kirin.