Li Qamişloyê jinek ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve hat qetilkirin 2019-11-15 13:24:51   QAMIŞLO -  Li bajarê Qamişloyê jinek ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve hat qetilkirin.   Şeva din saet di 12.00'an de li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê jinek a navê wê nehat zanîn ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve hat qetilkirin. Hat hînbûn ku jina navê wê nehat zanîn di destpêkê de hatiye îşkencekirin û paşê hatiye qetilkirin.    Hat hînbûn ku jina navê wê nehatî zanîn ji ber tiştên jiyabû çûbû mala bavê xwe, berî sê rojan bi zora mêrê pê re zewicandî ve carek din li malê vegeriya.    Mêrê ku jina navê nehat zanîn qetil kir ji malê reviyaye, nayê zanîn li ku ye. Ji bo hînbûna bûyerê bavê mêrê kujer ji aliyê asayîşa bajêr ve hatiye binçavkirin. Asayîşê lêkolînek berfireh daye destpêkirin û hîna jî di malê de lêgerînê berdewam dikin.   Serê sibehê cenazeyê jina hat qetilkirin spartin axê.