Li Şirnex û navçeyên wê ji jinên girtî re kart hatin şandin 2019-11-15 12:46:02   ŞIRNEX - Meclîsa Jinên HDP’ê ya Şirnexê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de ji jinên girtî re kart şandin. Bi rêya kartan ev peyam dan: “Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Meclîsa Jinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Hember Tundiya li Ser Jinê ji navenda Şirnex û navçeyên wê ji jinên girtî yên siyasî re kart şandin. Jinên ku li avahiya navenda Şirnexê  ya HDP’ê hatin gel hev, piştî ku kartan nivîsandin derbasî postaneya navendê bûn.   ‘Tu dîwar nikare me ji hevdû veqetîne’   Li ber postaneyê li ser navê jinan Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Zeynep Unat a ku axivî diyar ki ku di çarçoveya 25’ê Mijdarê de ji bo piştgiriyê bidin jinên girtî îro kart dişînin û wiha domand: “Tu zordarî û girtin nikare  me ji têkoşîna me bide sekinandin. Tu dîwar nikare me ji hevdu veqetîne. Em bi rihê piştgiriyê jinên girtî slav dikin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   Her wiha li navçeyên Cizîr, Silopî û Hezexê jî ji jinên girtî re name hatin şandin. Jinên ku li Hezexê hatin gel hev xwestin kart ji girtiyan re bişînin rastî astengiya polîsan hatin. Li dijî hemû astengiyan jin  piştre derbasî postaneyê bûn û kart şandin.