235’emîn salvegera damezrandina bajarê Silêmanî hat pîrozkirin 2019-11-15 12:42:41   SILÊMANÎ - Di salvegera 235’emîn a damezrandina bajarê Silêmanî de, hemwelatiyên ji her çînekê bi çalakiyên cur be cur ev roj pîroz kirin û daxwaza wan ew bû ku rojek li gel kurdên her çar parçeyên Kurdistanê salvegera damezrandina Kurdistanek serbixwe pîroz bikin.   Bi boneya 235’emîn sala damezrandina bajarê Silêmanî, kurdên bajar roja destpêkê bi mîhrîcanek taybet ya çanda Kurdan dest bi pirozbahiyê kirin. Piştre xwendevan bi merasîma xwepêşandanên cur be cur, vekirina pêşangehên wêneyên taybet bi kesayetiyên taybet beşdarî damezrandina salvegera bajar bûn. Ev roj ji aliyê hemû çîn û civakan ve hate pîrozkirin. Kesên ku di çalakiyê de amade bûn daxwaza wan ew bû ku rewşa Rojava ber bi başbûnê ve biçe, rojek li gel kurdên her çar parçeyên Kurdistanê salvegera damezrandina Kurdistanek serbixwe pîroz bikin.    ‘Hemwelatiyan bi def û zurnayan pêşwaziya 235’emîn salvegera damezrandina bajarê xwe kirin’   Hemwelatiyên bajarê Silêmanî di sibeha sala damezrandina bajarê Silêmanî de bi def û zurneyên kurdewarî mîhrîcanek ji bo 235’emîn salvegera damezrandina bajar li dar xistin. Di mîhrîcanê de bi beşdarbûna hemû çîn û gelên bajar, mîhrîcan bi hunera kurdî û daliqandina wêneyên bi nav û deng yên bajar ji bo pênasekirina  bajarê Silêmanî dest pê kir.   Yên ku di mîhrîcanê de amade bûn daxwaza wan ew bû ku kurdên her çar parçeyên Kurdistinê bibin yek ji bo bingehê Kurdistanek serbixwe biafirînin. Pêwîst e bizanin wateya huner û dîroka bajarê xwe, ev çalakiya li zanîngehê encam bidin da ku nifşê nû bi raboriya xwe û damezrandina salvegera Silêmanî serbilind bin.   ‘Çanda bajarê Silêmanî bi temamî hatiye guhertin’   Jina kurd a bi navê Pakîze Mehemed a li bajarê Silêmanî di derbarê beşdarbûna xwe ya mîhrîcanê de wiha got: “Pêkhateya civaka dîroka bajarê Silêmanî hemû guhertin. Teknolojî gelek pêşketiye, lê belê pêwîst e em car din vegerin ser kultura bajarê xwe, her wiha di demê borî de peywendiyên civakê di astek bilind de bûn berovajî bû.”   Şadan Ebas mamostaya yek ji xwendevanên bajarê Silêmaniye ji bo nasandina kultur û kesayetên bi nav û deng yên bajarê xwe ji bo xwendevanan, li gel xwendavanên xwe di festîfalê de amade bû di derbarê pîrozabahiyê de got: “Nifşê niha ji kultur û hunera xwe razî ninin. Ji bo wê pêwîst e hemû mamosta kultura xwe nîşanî xwendevanên xwe bidin.”   ‘Em bibin yek heta em bingehê Kurdistanek serbixwe biafirînin’   Nesrîn Tenya yek ji jinên helbestvan ya bajarê Silêmaniyê ye di dema ku me mîhrîcan dişopande me dît û ji ajansa mere axivî û got: “Pêwîst e kurdên her çar parçeyên Kurdistanê bibin yek heta ku bingehê kurdistanek serbixwe danin û ava bikin.”   ‘Xwendevanan bi merasîmek cuda salvegera damezrandina bajarê xwe pîroz kirin’   Xwendevanên dibistana Cinisî ya bajarê Silêmanî 235’emîn sala damezrandinê bi xwepêşandanekê pîroz kirin. Zarokên di xwepêşandanê de di qonaxa seretayî de dixwinin bi hilgirtina ala kurdistanê û bi dawetên kurdî bi belavkirina şêraniyan, hemwelatiyên bajar ji ji serê kolana Serray heta  kolana Mewlewe ev roj pêşwazî kirin.   Mamosta Suzan Ebubekir endamê rêxistina xwepêşandanê di derbarê armanca lidarxistina vê xwepêşandanê de wiha got: “Em her tim ji xwendevanan re behsa damezrandina bajarê Sîlêmanî dikin. Pêwist e em bi awayek bê famkirin bi xwendevanan bidin famkirin. Ji bo wê me biryar da bi rêya vê çalakiyê kolanên xwe bi xwendevanan bidin nasîn. Em zarokan li ser bingehê parastina kultur û ferhenga bajarê xwe didin xwendin. Da ku di demê pêş de ew jî sûd ji bajarê Silêmanî bigirin. Daxwaza min ew e ku kurdên penaberên çar parçeyên din yên Kurdistanê vegerîn bajarên xwe û bi vî awayî sala damezrandina bajarê xwe pîroz bikin.”   ‘Pêşangeha wêneyan li dar xistin’    Derbarê lidarxistina pêşangeha wêneyan de bejdarvanan behsa vê yekê kirin û anîn ziman ku ew dixwazin li bajarên wan her dem aramî û aştî hebe û xwedîderketinek ji bo çand û hunerê hebe.    Beyan Zerîfî ku yek ji kesayetiyek diyar ya bajarê silêmaniye û wêneyê wê di pêşangehê de nîşan dabûn. Jinan bi rêya JINNEWS’ê peyama xwe di vê rojê de gihandin kurdên Silêmanî û daxwaz kirin ku bajar bê heskirin û pêşketin û li her çar parçeyên Kurdistanê aştî û aramî pêş bikeve.    Rojnamevan Soma Xelîl di derbarê pîrozbahiyê de behsa vê yekê kir û got: “Ez hêvîdar im  kurdên Rojava jî ewê bikaribin di dahatuyê de bajarên Rojava pîrozbahiya damezrandina bajarê xwe bikin û kurdên Başur jî pîrozbahiya bajarê xwe ji bo wan bikin diyarî.”   ‘Hêvîdar im rojekê li gel her çar parçeyan em pîrozbahiya sala damezrandina Kurdistanê bikin’   Geşbûn Îbrahîm di derbarê roja damezrandina bajarê xwe de hestê xwe wiha anî ziman: “Bi boneya sala damezrandina bajarê Silêmanî ez vê rojê li hemû gelê bajarê xwe pîroz dikim. Ez hêvîdar im ev salvegra damezrandina bajarê me bibe hêviya aştî, pêk ve jiyan û pêşveçûna bajarê me. Li darxistina vê pîrozbahiya damezrandinê pêwist e nifşên nû van kesayetên diyar nas bikin ku rolê wan di pêşveçûna bajarê me de hebû.  Daxwaza min ew e ku rojekê li gel kurdên Rojava û her çar parçeyên Kurdistanê sala damezrandina Kurdistanek serbixwe pîroz bikin.”   Bajarê Silêmanî di 14’ê Mijdara 1784’an ji aliyê Îbrahîm Paşa Babanewî ve hatiye damezrandin. Bajarê Silêmanî piştî serhildana Adara 1991’an ve mezin bû û pêşketinek ber bi çav bi xwe re anî, bi bajarê rewşenbîrî tê nasîn. Ku xwedî çand, wêje û nivîskarên Kurdî ye. Niha jî  bajarekî bi ewle yê parçeyekî Kurdistanê ye. Kurdên ji navçeyên din zêdetir berê xwe didin vî bajarê Kurdistanê. Îsal jî bajarê Silêmanî navê xwe weke afrînerê hunerî û edebî nivîsiye.