Huriye Şemdîn: Dijmin dixwaze li Serêkaniyê û Girê Spî keda jinê têk bibe 2019-11-15 09:23:21   Şêrîn Zêrevan   QAMIŞLO - Rêveberiya Aboriya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Huriya Şemdin li ser têkçûn û zirarê gihiştiye aboriya jinê ya li Girê sipî û Serêkaniyê ya di nava êrîşên dewleta tirk de nirxandin kir. Huriyayê wiha got: "Li Girê Spî û Serêkaniyê jin gihiştibû astek ku bi xwe aboriya mala xwe bi rê ve dibir. Armanca dijmin jî yek jê ew bû ku keda jina têk bibe. Loma êrîş dike."   Di 9’ê Cotemha 2019’an de dewleta tirk bi tank û balafiran êrîş anî ser Girê Sipî û Serêkaniyê. Her wiha çekên kîmyewî, fosfora sipî ya li cîhanê bi giştî qedexe ye li ser ezmanê Girê Sipî û Serêkaniyê hatin bikaranîn û bêhtirî 30 kesî ji wan zarok bûn laşê wan bi fosfora sipî şewitî û heya niha birînê wan rehet nebûne. Belgeyên isbatkirina bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta tirk ve hatine şuxulandin, cihên erkdar yên Rêxistinê qedexekirina çekên kîmyewî vê yekê bi çav dibînin û dengê xwe nakin. Çawa  gelek zirar ji vî şerî hate dîtin yek jê aliyê aborî bû.    'Jin pêşenga civakê ye û afrîner e'   Huriye di desTpêka axaftina xwe de bal kişand ser deskeftiyên ku jin li Rojava bi dest xistine û wiha domand: "Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinê dest pê kir û deskeftiyên wê jî gelek bûn. Yek ji wan deskeftiyan aboriya jinê ye. Jin di dema neolotikê de aboriya xwe bi xwe bi rê ve dibir û derfetên wê yên aboriya xwe bi xwe rê ve bibe hebû. Beriya şoreşa Rojava pêk were aborî di destê rêjîma Baas de bû û rejîm ji bo berjewendiyên xwe aborî bi kar dianî. Piştî şoreşa Rojava hewcedarî bi pêşketina aboriya jinê hebû. Aboriya jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî 2015'an de hat birêxistinkirin. Ji ber ku jin pêşenga civakê ye û afrîne re. Niha li Rojava jin dikare aboriya civakê, mal û malabatê bi rê ve bibe."   'Destpêka avakirina koperatîfê 38 jin bûn'   Huriye di dewama gotina xwe de da zanîn ku bingeha aboriyê koperatîf e  û wiha pê de çû: "Bingeha Aboriyê koperatîf e. Di destpêka karê aboriyê de me koperatîfa çandiniyê ava kir. Hejmara wan koperatîfan li Cizîrê nêzî 38 bûn. Piştî karê me berfireh dibû me koperatîf li Efrîn, Kobanê û Minbicê jî ava kirin. Dema dewleta tirk êrîşî Efrînê kir, gelê ji neçarî koçberî Şehbayê bûn, li Şehbayê bingehek aboriya jinê hat avakirin û dest bi karê piratîkê kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tecrubeya yekemîn perwerde hat dîtin, me endamê xwe perwerde kirin. Xebatek mezin hat kirin, ku çawa karibe aboriya mala xwe di nava hevbeşiyekê bide avakirin. Ji sala 2015' an de heya sala 2017' an  1380 jinî cihê xwe di aboriya jinê de girtin ji wan jî endamên Koperatîfê û komîteyê bûn."   'Firina nanê tenûrê jiyana berê bi bîr xist'   Huriye bal kişand ser pirsgirêkên destpêka avakirina pirojeya aboriya jinê, neqebûlkirina jina ji tevlîbûna karê komperatîfan re û wiha dewam kir: " Li herêma Cizîrê 82 endaman navenda aboriya jinê rêveberiya aboriyê dikin. Li kantona Hesekê jî li gorî pêwîstiyê piroje hatin pêşxistin. Di destpêkê de hinek pirsgirêkên elektirîkê dihat jiyîn. Li gorî hewcedariyê 3 jenetorên eletirîkê hatin dayîn. Meclîs xwe bi xwe bi rê ve dibirin. Her wiha gazina welatiya ji kêmasiya nan jî hebû, lewma jinan 4 koperatîfê firinê tenûrê li Serêkaniyê û Tiltemirê jî ava kirin. Firina nanê tenûrê jiyana berê bi bîr xist. Em ji bo aboriyek çandî û edaletî kar dikin, koperatîf bi rengekî rêxistinkirî ji aliyê jina ve tê meşanadin."   'Armanca dijmin ew bû, keda jinê têk bibe'   Huriye diyar kir ku êrîşên dewleta tirk hebûn, ked û îradeya jinan hedef digire û wiha vegot: " Li Serêkaniyê xebata aboriya jinê baş dihat meşandin, nêzî 45 hezar donim erd hate çandin 2 bîr hatin kolandin û bêhtirî hezar jin û 150 malbat xebata aborî didan meşandin bi taybet li Serêkaniyê armanc jê ew bû ku xebatek çandinî pêş bixin. Koperatîf gihaştibû astek ber bi dawî ve. Li Girê Spî jî nêzî 5 hezar donim erd hatin çandin. Piştî êrîşên dewleta tirk ên li ser herdu bajaran, keda jinê wiha têk çû. Xwesteka jinan a ji bo pêşxistina aboriyê gelek zêde bû. Gelek sûd ji çandiniyê girtin û alîkariya malbatên xwe dikirin, loma jî êrîşên dijmin pir bandor li wan kir şikandinek mezin bû, armanca dijmin jî ew bû ku keda jina têk bibe. Jin gihiştibû astek ku bi xwe aboriya mala xwe bi rê ve dibir. Di vê şoreşê de gelek jinê me hevjînê wan şehîd bûn, bi saya aboriya jin û koperatîfan bêyî ku pêwistiya bi herdû aliyê malbatên wê hebe zarokên xwe xwedî dikirin."   'Jina ji simbilê şewitî şînahiyek dan avakirin'   Huriye hişyar kir ku demsala vê salê hate şewitandin bi destê dewleta tirk û Rêjîma Baas bû û wiha bi lêv kir: "Sala herî baş  mewsim tê de baş şîn hatibû ev sal bû. Hovîtiya Rêjîma Baas û dewleta tirk piraniya van erdan şewitandin. Zêdetirî 1800 erdê aboriya jinê hate şewitandin. Tevî vê jî ev  nebû şikandinek ji bo jinê, lê belê hêrsa jinê ji bo xebat û pêşxistina aboriyê pirtir bû. Armanca dijmin ya sereke şikandina aboriya jinê ye.   'Pilansaziyê me di demê pêş de pir in'   Huriye hişyar kir ku piştî şerê ku di nav bajar de qewimî hêza jina bi deh caran ji ya destpêkê xurtir bû û wiha berdewam kir: "Endamê me yê aboriya jina piştî ku Qamişlo û Tiltemirê hatin bi cih kirin, careke din xebatê aborî li wan hate belav kirin, bi rêve dibin û pilansaziyên me yên têr û tije ji bo demên pêş de jî pir in."    'Jin jiyana hevbeş bi rê ve dibe'   Huriye wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Her bajarek  xwedî taybetmendiyeke cuda ye. Bêhtirî 45 hezar erdên çandiniyê li her du bajarên Girêsipî û Serêkaniyê hebûn û li ser esasê bingeha koperatîfên aboriya jinê dihate rêxistin kirin. Lê ev ji aliyê dewleta tirk ve hat dagirkirin. Dijmin naxwaze jiyana komînal  bidome û gel bi hev re kar bikin û  çandeke gelan li pêş keve, tenê dixwaze sîstema kapîtalîzimê ser gel bide meşandin û berjewendiyên bazirgana û dewletan jî di nav de hebe. Berovajî van jin sistema wekheviya gelan pêş xistiye û bi hev re hemû karan didin meşandin. "