'Divê wateya 15'ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanan de baş bê famkirin' 2019-11-15 09:21:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Helbestkar Herdem Kirtay Tatlisoy bi munasebeta 15'ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanan de bal kişand ser binpêkirina mafên nivîskarên di zindanan de û têkoşîna xwe ya 13 salan a di zindanê de ya ji bo ziman û wêjeya Kurdî. Herdemê bi lêv kir ku wê helbesta xwe ya yekem a bi zimanê Kurdî di zindanê de nivîsandiye û wiha got:"Di zindanê de me piştevaniya hevdu dikir da ku em bi hev re ji bo ziman û wêjeya Kurdî xizmetekê bikin. Li dijî ziman û wêjeya Kurdî zextên mezin hebûn. Di encama serdegirtina koguşan de dosyaya min a helbestê hat desteserkirin. Gelek caran nameyên me negihaştin cihê xwe û pirtûkên bi zimanê Kurdî ji me re qedexe dikirin. Tevî şerd û mercên dijwar armanca me pêşketina ziman û wêjeya Kurdî bû."   Îro 15'ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanan de ye. Di zindanan de gelek nivîskar û rojnameger ji ber ragihandina rastiyan û parastina nirxên civakî, tên girtin û bi binpêkirina mafên mirovan rû bi rû tên hiştin. Têkildarî mijarê Helbestkar Herdem Kirtay Tatlisoy anî ziman ku li dijî binpêkirina mafan ên li zindanê wan axaftina bi tirkî li xwe qedexe kiribûn da ku ji hêviyên wêjeyî yên civakê re bibin bersiv û wiha got:"Ji bo têkoşîna nivîskarên di zindanan de bê şikandin pirtûkên nivîskarên di zindanan de qedexe dikirin û îşkenceya derûnî li me dikirin. Sîstema yekperest her dem dixwest tiştên ku em dinivîsin di nava çar dîwaran de bimîne û em nebin dengê civakê yê aliyê wêjeyî. Lê têkoşîna ji bo ziman û wêjeya Kurdî ji bo me rûmet bû û peywira me ya yekem xwedîderketina rûmeta xwe bû. Divê taybetmendî û wateya 15'ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanan de baş bê famkirin. "   'Gelek nivîskar, helbestkar, romannûsên hêja di zindan de dest bi nivîsandinê kirine'   Herdemê anî ziman ku wê helbesta xwe ya yekem li Girtîgeha Xarpêtê nivîsandiye û wiha got:"Di destpêkê de min bi stranan dest bi xizmeta ji bo zimanê Kurdî kir. Ez di 13 saliya xwe de ketim zindanê. Piştî ku ez ketim zindanê şûnde êdî min dest bi nivîsandinê kir. Cara yekem min li Girtîgeha Xarpêtê dest bi nivîsandina helbestê kir. Dema zindan tê gotin di destpêkê de di bin derûniya mirovan de wekî dereke ku teng be, mirov nikaribe tiştekî lê hîn bibe tê zanîn. Lê zindan ji bo Kurdan wekî zanîngeh û akademiyakê ye. Gelek nivîskar, helbestkar, romannûsên hêja di zindan de dest bi nivîsandinê kirine. Ne tenê li Bakur, li her çar parçeyên Kurdistanê jî gelek nivîskar, helbestkar, romannûsên hêja di zindan de dest bi nivîsandinê kirine. Çiqas zehmet be jî xwe bi hawekî gihaştine civakê."   'Gelek caran nameyên me dihatin astengkirin'   Herdemê di destpêkê de behsa çîroka helbesta xwe ya yekem kir û wiha got:"Helbesta min a yekem a ku min di zindanê de nivîsandiye di meha zivistanê de bû. Ji ber şerdên zor ên zivistanê di vê mehê de me bêtir xwe tenê hês dikir. Ji hefteyê carekê nameyek ji me re dihat. Lê gelek caran name jî dihatin astengkirin û nedihaştin ber destên me. Dîsa hefteyekê name nehatibû û vê yekê bandorek neyînî li ser derûniya min kiribû. Di wê rojê de çivîkekê xwe danîbû ser dîwarê zindanê. Dema me çivîk didît azadî dihat bîra me. Loma helbesta yekem min û hevalek xwe me nivîsand. Navê helbesta me ya yekem jî 'Çivîka Azad' bû. Hevala min a ku me bi hev re helbesta 'Çivîka Azad' nivîsand jî helbestkar bû."   'Ji bo teşwîqkirina nivîsandina helbestê hevalên min ji min re dibûn alîkar'   Herdemê bi lêv kir ku di zindanê bi piştevaniya bi hev re ew li ser piya mane û wiha got:"Dema min dixwest hîn bêtir dema xwe ji wêjeyê re veqetînim hevalên min ji min re dibûn alîkar. Ji bo teşwîqkirina nivîsandina helbestê hevalên min ji min re dibûn alîkar. Dema min helbest dinivîsand dixwestin ez bi wan re parve bikim. Bi saya feraseta hevpar me ji hev hêz girt.Gelek caran nameyên me nedigihaşt cihê xwe. Ji bo bigihaşta cihê xwe divê me pereyekî hîn zêde bida. Ev yek jî ji aliyê aboriyê ve bi me giran dihat. Ji ber ku di nav hevalên di zindanê de jiyanek hevpar hebû loma gelek caran hevalên din dewsa yên ku pereyên wan tune bû name dişandin. Wê demê pûl hebûn û me pûl bi pereyan disitand. Gelek caran hevalên min dewsa min jî name şandine. Dibe ku ev tişt wekî tiştekî biçûk bê xuyakirin lê ji bo kesên di zindan de ev tiştekî mezin bû. Dema nameya me digihaşt cihê xwe me hîn bêtir dixwest em binivîsin. Ev piştevanî dibe sedema hêzek cuda. Ev ji bo min rûmetek bû û divê ez di zindanê de xwedî li vê rûmetê derketama."    'Di zindanê wateya her tiştî hîn xurt e'   Herdemê bal kişand ser wateya barkirina li jiyanê û wiha dewam kir:"Li gor me di zindanê de wateya her tiştî hîn xurtir bû. Ba, baran, pel, çivîk û gelek tiştên din wateyan wan ji bo me hîn xurtir bû. Stêrk, çivîk, ba, baran wê demê bêtir bandor li min dikir. Di helbestên ku min zindanê de nivîsandine min ev têgehan zêde bi kar anîne. Her wiha mirov di zindanê de her dem bi bêrîkirinê dijî û di warê rêxistinbûyinê de hîn di pêş de ye. Li zindanê komên me yên cuda hebûn. Koma Stranê, Koma Wêjeyê, Koma Xwendinê, Koma Şanoyê hebû û bi rêxistineke xurt ev kom dixebitîn. Her wiha hevala Mizgîn Ronak jî bi Kurdî dinivîsand û pênûsa wê xurt bû. Loma min gelek tişt ji wê jî girt. Bandorek erênî li ser min kir. Wê bi hestên Kurdewarî dinivîsand. Min demek têr û tije bi vî awayî derbas kir. "   'Dosyaya min a helbestê hat desteserkirin'   Herdemê da zanîn ku wê kedek mezin dabû dosyaya xwe ya helbestê lê hatiye desteserkirin û wiha got:"Di encama lêgerînê de dosyaya min a helbestê hat desteserkirin. Wê demê wekî mirova zarokê xwe winda bike, ez gelekî xemgîn bûm. Loma dema ez ji zindanê derketim jî wekî ku tim tiştekî min li wir mabe ez xemgîn bûm. Hest, xeyal, xewn, hezkirinên min hemû li wir man. Lê dîsa jî min dev ji nivîsandina helbestê berneda. Min helbestên xwe yên pirtûka xwe ya bi navê 'Çira' li zindanê nivîsand. Ji dosyaya min a ku desteser kirin tenê helbestek tê bîra min ji ber ku ew jî min ji ber kiribû. Ew helbest ji bo min gelek bi wate bû. Min ew helbest di gulana 1996'an de li Girtîgeha Sêwasê nivîsandibû. Di wê demê de jî rewşa zindanan qet ne baş bû. Sirgun hebûn, grevên birçîbûnê hebûn, hevalên me jiyana xwe ji dest didan, zordestiyek dijwar hebû. Min xwest bi helbesta ku min nivîsandibû û ji ber kiribû peyemakê bidim. Helbesta min wiha ye:    Çîroka min   Kenê min dê te bixapîne Li pişt ken û şahiyê   Çîroka min a bi jan veşartiye Çîroka welatê qedexe Li ser sînga min ragirtiye Bûye Çiyayê Agirî Min bi çîroka min nas bike, ey dost.   'Xwedîderketina nivîskarên di zindanan de girîng e'   Herdemê di heman demê de bal kişand ser xwedîderketina nivîskarên di zindanan de û wiha got:"Hinek nivîskarên di zindanan de yên ku ev 25 sal in dinivîsin hene. Lê hîn pirtûkek wan tune ye. Dosyayaên wan an li weşanxaneyan wenda bûne, yan ji ber pirsgirêka aboriyê nikaribûn çap bikiran, yan teslîmî malbatên xwe kirine malbatên wan wenda kirine, yan jî hatine desteserkirin. Loma xwedîderketina nivîskarên di zindanan de girîng e. Divê hem weşanxaneyên Kurd hem jî gelê Kurd xwedî li nivîskarên di zindanan de derkevin. Çimkî ew berhem di nava şerdên gelek zehmet de tên nivîsandin. Di heman demê de bi hestên gelekî hêja tên nivîsandin. Dema ew berheman tên çapkirin têkoşînek mezin tê dayin. Dema xwedî li ked û berhema nivîskarên di zindan de çênabê ev jî dibe sedema şikestinekê. Ew jî dixwazin hestên xwe parve bikin û dixwazin civak vê yekê şîrove bike. Di warê çapkirin û xwedîderketina berheman de herî zêde jinên nivîskar ên di zindanan de zehmetiyê dikşînin. Heta niha min navê 50 jinî bihîstiye ku dinivîsin. Lê heta niha ne navê wan hatiye bihîstin ne jî xwedî li berhemên wan hatiye derketin. Li welatekî çiqas zêde nivîskarên jin hebin ew welat hîn bêtir ronî dibe û pêş dikeve. Loma piştî ku ez ji zindanê derketim şûnde her tim min ji nivîskarên derve re û ji weşanxaneyan re pirsa 'Haya we ji nivîskarên di zindanan de heye' pirs kir."   'Li zindanê me tirkî li xwe qedexe kiribû'   Herdemê diyar kir ku li dijî zextan wan wekî bersiv axaftina bi tirkî li xwe qedexe kiriye û wiha dewam kir:"Zehmetiyên ku nivîskarên di zindanan de dijîn yek jî jê ew e ku pirtûkên wan tên qedexekirin. Ev yek ji aliyê sîstemê ve bi zaneyî tê kirin. Sîstem dixwaze tiştên ku ji aliyê jinê hatiye nivîsandin tenê di zindanê de bimîne. Jin ji ber dikare welatekî di nava hevokên xwe de bi cih bike loma hedef tên girtin. Dema em bi Kurdî dinivîsin bêtir astengiya derdixin. Dema nivîsên bi Kurdî dihatin nivîsandin, digotin em fêm nakin  û ya winda dikirin an jî paş ve dişandin. Min di derekê de xwendibû. Helbesta girtiyekî ya bi Kurdî ji bo ji girtîgehê bê şandin wergerandibûn tirkî û 300 TL. pere girtibûn. Her carê bi awayekî pirsgirêkekê derdixin. Gelek caran name û berhemên bi Kurdî naşînin ji bo bi Kurdî neyê nivîsandin. Dema mirov mecbûr dimîne ku bi tirkî binivîse ev yek bi mirov pir giran tê. Me jî li dijî zextan wekî bersiv axaftina bi Kurdî li xwe qedexe kiribû."   'Ez ê jiyana xwe ya girtîgehê bikim roman'   Herdemê herî dawî bi lêv kir ku ew ê jiyana xwe ya zindanê bike roman û wiha bi dawî kir:"Ez difikirim ku jiyana xwe ya di zindanê de bikim roman. Çimkî jiyana min a destpêkê di wir de derbas bû. Ew dibistana min a yekem e. Bîranînên min ên ku min li dû xwe kaş dike li wir in."