'Ji me re nebin asteng, bibin alîkar' 2019-11-15 09:16:04   Medya Uren   AMED - Hevseroka Komeleya GAP’ê Sara Erdem da zanîn ku ji ber nêzîkatiya civakê astengdar bi gelek pirsgirêkên dijwar re rû bi rû dimînin û got: “Em ne astengdar in, hûn astengiyan ji me re diafirînin. Divê her kes di civakê de bi zanebûn nêzê me bibe.” Adalet Koyun Yildirim jî got: "Em li dijî hişmendiya civakê têdikoşin."   Komeleya Astengdaran GAP a ku li parka Koşuyoluya girêdayî navçeya Baglarê ye xwedî 300 endam e. Li Amedê ji sedî 12.5 astendar hene.  Gelek astengdar ji ber nêzikatiya civakê bi gelek pirsgirêkên dijwar re rû bi rû dimînin. Hevseroka Komeleya GAP'ê Sara Erdem derbarê nêzîkatiya civakê û rewşa astengdaran de nêrînên xwe bi ajansa me re par vekirin. Her wiha Adalet Koyun Yildirim jî ji ajansa me re qala têkoşîna xwe ya li dijî hişmendiya civakê kir.    'Em pirsgirêkên mezin dijîn'   Sara, destnîşan kir ku li Amedê ji sedî 12.5 astengdar hene û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Li gorî daneyên ku di destê me de li Amedê ji sedî 12.5 astengdar hene. Lê em wekî komele nikarin bighejîn hemû astengdaran. Komeleya me dixwaze xizmetê bide astengdaran lê derfetên me terê nakin."   Sara, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa ciwanên astengdar û wiha dom kir: "Li Amedê bi sedan ciwanên astengdar ji ber bê derfetbûnê di mal de asê mane. Ev rewş jiyana astengdaran û hem jî jiyana kesên li malê dijîn dixe nava xetereyê. Hem malbat û hem jî astengdar bi pirsgirêkên derûniyê re rû bi rû dimînin. Ji bo astengdaran hemû qadên jiyanê asteng in. Faktorên derdorê, jiyana civakî û rewşa aborî herî zede astengdaran dixe nava zordariyê. Rê û rêbar, çûn û hatin, her tim ji bo van pirsgirêka herî mezin e."   ‘Qayûm bersiva daxwazên me neda’   Sara, anî ziman ku gelek caran serî li cihên fermî, walîtî û şaredariyê dane lê heta niha tu bersiv nehatiye dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi qasî 2 sal in em daxwaza sandelyeya bi tekelek a astengdaran dikin. Lê kesek piştgiriyê neda. Herî dawiyê me serî li qeyûm da lê daxwaza hevdîtina me jî qebûl nekir. Li şûna guhdarkirinê me ji şaredariyê dûr xistin. Herî dawiyê li Ewropayê alîkariyeke biçûk ji bo me hat. Lê tiştên ku em dixwazin bi tu awayî zehmet nîne. Bajarê ku em lê dijîn nekarin Sandeyeya bi tekerlek a astengdaran peyda bikin. Hewldana me hêviya bi sedan kesan bû."   ‘Em ne astengdar in, hûn astengiyan diafirînin’   Sara, di axaftina xwe de nêzîkatiya civakê nirxand û wiha axivî: "Li gel pirsgirêkên ku tên jiyîn nêzîkatiya civakê jî bi serê xwe bi pirsgirêk e. Civak xwe ji me dûr dixe û me cuda dibîne. Em di nav civakê de wekî çîna 2’yem 3’yem tên dîtin. Her astengdarek di nava hewildanekê de ye ku xwe bi civakê bide qebûlkirin. Kar dike û hewil dide. Lê nêzîkatî, nêrin û sekn bêtir jiyana astengdaran asteng dike. Ev yek nahele ku kes bi herikbarî jiyana xwe birêvebibe û bijî. Ev dibe sedem ku astengdar her tim xwe paşde bihele. Ji ber vê yekê em hertim dibêjin ku 'astengdar ne em in, hûn kesên astengiyan diafirînin.”   ‘Em hêvî dikin ku herkes dest bide destê me’   Sara di dawiya axaftina xwe de banga bi hestiyariyê kir û wiha bi dawî kir: "Em wekî komele ji bo astengiyê ji holê rakin di nav hewldanan de ne. Em hêvî dikin ku herkes ji hewil bide. Bi taybet kesên berpirsiyar divê dest bidin destê me. Rêbar, maşîne, sandelyaya bi tekerlek a astengdaran, qadên civakê weke vê di her qadê jiyanê divê bi hestiyarî li pêş bikeve. Em ji endamên civakê ne û bi we re yek in. Em ji dikarin kar bikin em ji dixwazin bijîn. Ji me re nebin asteng, bibin alîkar."   ‘Astengiya herî mezin hişmendiya we ye’   Adalet Koyûn Yildirim ku ji lingê xwe astengdare bal kişand ser têkoşîna xwe ya jiyanê û wiha got: “Em li dijî hişmediya civakê her tim di nava têkoşînê de ne. Ger ku tu astengdarbi û bi taybet jin bi tu rastî biçûkxistin û pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimîni. Dema em ji derve dimeşin weke ji rêzê kes li me temaşe nake. Yan ji hinek kes dibêjin ‘tu jinekî astengdarî çima ji malê derdikevî û li mala xwe rûnê, hûn çima tên tevlî şahiyan dibin'. Astenga herî mezin ev hişmediye. Divê em van tiştan derbaz bikin, divê em fêrî vê jiyanê û van mirovan bibin. Di biçûkatiya xwe de ez bi van gotinan re rû bi rû mam. Ez gelek caran aciz dibûm û ez dernediketim li derve. Ez gelek caran hêrs dibûm. Lê pişre min zanî ku ev kes me fêm nakin. Ez fêrî têkoşînê bûm û min li dijî van kiryaran li ber xwe da.”   ‘Cihên ku em lê rûnên nîne'    Adalet, anî ziman ku ew li her kuçeyê rastî astengiyan tên û wiha axivî: "Astengdar ne e min, asteng kolan û hişmendiya we ye. Em bi hevalê xwe re li kafeyekî li parqekî nikarin rûnên an jî nikarin danûstandinê bikin. Divê cihên ku em rihet rûnîn hebin. Cihên ku tên çêkirin jî ne bi ewlê ne. Divê di nav civakê de hestiyariyek li pêş bikeve. Herî zêde divê di mijara dîtina sendelyeyên bi tekerlek a astengdaran de civak bibe alîkar. Divê cihên eleqedar û berpirs bibin alîkar. Gelek astengdar ji ber bê derfetbûnê nikarin derkevin derve û ev tişt jî dibe sedema nexweşiyên din. Em naxwazin hewcedarê kesan bibin."   ‘Daxwazên me pêk nehatin’   Adalet wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Siyasetmedar dema li gorî berjewendiyê wan be derdikevin kursiyê û qala mafê me dikin, lê mixabin heya niha tiştên hatine gotin pêk nehatine ku hevdîtina me ji qebûl nakin. Daxwazên me pêknehatin."