Li Girtîgeha Tîpa T ya Wanê binpêkirinên mafan roj bi roj zêde dibin 2019-11-15 09:09:12   Zeynep Durgut   WAN - Li girtîgehan li dijî girtiyan zext, êrîş û gef her ku diçe zêde dibin. Der barê binpêkirina mafên girtiyan de hevseroka TUHAY-DER’ê Kudret Temel axivî û got ku ji bo zilm û îşkenceya li girtîgehan bê teşhîrkirin divê bi lez komîsyonên komeleyên mafên mirovan ku li girîtîgehan lêkolînê bikin bên avakirin.   Li girtîgehên Tirkiyeyê û heremê êrîş û binpêkirinên mafan her ku diçe zêdetir dibin.  Girtiyên ku bi binpêkirina mafan re rû bi rû dimînin bi rêya nameyan an jî bi rêya malbat û parêzerên xwe zext û êrîşên ku li wan tên kirin radigihînin. Hevseroka  Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan û Hukumxwaran (TUHAY-DER)’ê Kudret Temel der barê zext û gefên li ser girtiyan axivî. Kudretê diyar kir ku ji pirtûkan heta bi rojnameyan nadin girtiyan û got ku piştî çalakiyên grevên birçîbûnê êrîşên li ser girtiyan zêdetir bûne.    ‘Li girtîgeha Wanê mafên mirovan tê binpkirin’   Kudretê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li girtîgeha Wanê ji girtiyan re her tevgerek hatiye qedexekirin û wiha axivî;” Piştî ku çalakiyên grevên birçîbûnê li girtîgehan hatin destpêkirin û bi dawî bûn, êrîş û gef jî zêdetir bûn. Malbatên ku tên komeleya me herî zêde ji cezayên hucreyan bi gazinc in. Ji hevdîtinên wan ên bi telefonê bigir heta hevdîtina bi malbatan re tê qedexekirin. Herwiha li girtîgehê mafên herî mirovî tên binpêkirin. Di girtîgehê de girtiyên nexweş hene. Girtiyên siyasî  ji bo çuyina revîrê serlêdanê dikin lê nabin nexweşxaneyê. Xwarinên nebaş didin girtiyan  û radyoyên wan desteser dikin. Giliyê herî zêde ku tê kirin jî ji ber van binpêkirinan e.”   ‘Dewletê girtîgeh ji  xwe re kiriye qada binpêkirina mafên mirovan’   Kudretê anî ziman ku li girtîgehan tiştên herî  li dijî mirovahiyê tên kirin û got ku ew wekî Komeleya Piştevaniya bi malbatên Girtiyan û Hukumxwaran re  li her qadên jiyanê bibin dengê girtiyan û wiha dom kir;” Divê li her qadên jiyanê em  bibîn dengê girtiyan. Pêwîste ew bêmafî û bêhiquqiya ku li girtîgehan pêk tê malbat ji civakê re ragihînin.Ji bo ku em van bêmafiyan teşhîr bikin ev komele hate avakirin. Li dijî vê zilmê divê em dengê xwe zêdetir bilind bikîn. Li ser girtiyan tundiya ji her cûreyî tê meşandin. Di nav van cûreyên tundiyê de ji herî zêde tundiya derûnî pêk tê.  Ev zilma li ser girtiyan  ne di qanûnên navneteweyî de derbas dibe, ne jî di qanûnên Tirkiyeyê de derbas dibe. Ew kesên ku tên tehliyekirin ji zext û gefên li ser girtiyan vedibêjin. Dewletê girtîgeh ji  xwe re kirîne qadên binpêkirina mafên mirovan. Em ji bo malbatan nikarin bibin bersiv. Niha li Tirkiyeyê siyaseteke wisa tê meşandin ku kes êdî nikare gavekê biavêje. Kesên ku bertek nîşanî vê helwestê didin bê suc tên girtin. Divê Komeleyên Mafên Mirovan ên navneteweyî li ser girtîgehên Tirkiyeyê bisekinin û ew zilma ku li girtîgehan pêk tê teşhîr bikin. Em wekî komele çiqas ji destê me were em ê dengê girtiyan bidîn bihîstin.”   ‘Di koguşa ji bo 10 kesî de 40 kes dimînin’   Ji girtiyan Behçet Onder Yildiz  ê ku nû ji girtîgeha Wanê ya Tîpa T hatiye tehliyekirin jî anî ziman ku di koguşa  ji boi10 kesan de 40 kes dimînin û wiha behsa binpêkirina mafên ku li girtîgehê pêk tên kir;” Ez li tîpa T dimam koguşa ku ez lê diman koguşek ku 10 kes tenê bikaribin tê de bimînîn bû, lê di vê koguşê de 40 kes dima. Me gelek zor û zahmetî kişand û hêj jî hevalên me dikşînin û hevlên ku li erdê radizan hebûn. Rojê tenê 2 seatan ava gerim diherikî. Her  serê sibehê bi ser koguşê de digirtin. Xewliyên me, balîfên me û bataniyên me  dibirin. Pirsgirîka revîrê heye. Hevalên me yên nexweş hebûn. ew bi tu awayî nedibirin revîrê. Ez hatim tehliyekirin, lê li girtîgehê zilm heye û berdewam dike. Divê herkes dengê girtiyan bibihîze û divê ku ev bêhiqûqî bi dawî bibin.”