'Dixwazim li kolanên bajarê xwe bilîzim' 2019-11-15 09:03:23   Necah Miîş - Xedîr Elebas   HESEKÊ - Dayê Nesrîn û neviyên wê daxwaza vegera Serêkaniyê dikin, di dilê her zarokekê de hesreta vegera Serêkaniyê  û li kolan û bexçeyên wê bilîzin heye. Neviyên dayê Nesrînê got: "Me pir bêriya bajar û dibistanên xwe kiriye. Ez dixwazim vegerim ji bo li kolanên bajarê xwe mîna berê bi hevalên xwe re bilîzim."   Ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê bi hezaran sivîlên Serêkaniyê rastî koçberiyê hatin. Ji neçarî berê xwe dan deverên bi ewle, her çiqas jî nedixwestin dev ji bajarê xwe berdin. Nesrîn Elî ya ku temenê wê 60 salî ye, bi malbata xwe re li dibistanên bajarê Hesekê bi cih dibe. Nesrînê jî tiştên ku ji ber şer hatiye serî bi me re parve kir.   'Bi kêfeke mezin, zarokan ji xwe re dilîstin'   Nesrînê behsa êrîşên dewleta tirk ên li ser Serêkaniyê kir û wiha got: "Gelek caran Erdogan digot ku wê êrîşî me bike, lê qet me bawer nedikir me digot: 'Emeriqa û QSD'ê bi hev re DAIŞ têk birin ji bo wê qet Erdogan nikare êrîş bike.' Em jî wek her roj li ber deriyê mala xwe rûniştibûn û zarok bi kêfeke pir mezin ji xwe re dilîstin. Hema me dengê balafiran bihîst, me qet nizanîbû balafirê tirkiyeyê ne. Balafiran li Serêkaniyê xist hemû zarokan kirin qêrîn. Ji tirsa hemû bûn qîr qîra wan. Em jî ji bo zarok netirsin, hema bi lez bêyî ku em tişkî rakin, em derketin."   'Bes e ji zilmê re'   Nesrînê diyar kir ku ew weke gelê kurd mafê wan e bi azadî ser xaka xwe bijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ma qeyî kes Erdogan nabîne? Çi ji me dixwaze? Gunehê me çi ye? Ev xaka bav û kalê me ye, em ji hemû pêkhatiyan ser vê xakê bi hezkirin û wekhevî dijîn. Em gelê kurd gelekî aştîxwaz in, alîkariya her kesî dikin û tu carî me kesek mafê wan binpê nekiriye û ji mafê wan dûr nexistiye. Tadeya me li tu kesî nehatiye. Çima hemû dewlet me ji mafê me dûr dixînin? Em naxwazin kole û bindest bin êdî bes e ji zilmê re."   'Çeteyan tiştên me dizîn û malên me şewitandin'   Nesrînê wiha domand: "Çeteyên Erdogan tiştê me dizîn û malê me şewitandin. Kesê ku dîl digrin jî hemû cureyên îşkenceyê li wan dikin yan pereyan dixwazin ji bo wan serbest berdin. Niha cenazeyên sivîlan serjêkirî ne û li kolanê Serêkaniyê avêtîne. Çeteyan nehiştin em rahêjin cenazeyên xwe."    'Tenê QSD me diparêze'   Dayê Nesrîn wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em dev ji axa xwe bernadin, em ê piştgiriyê bidin hêzên QSD'ê ew tenê me diparêzin, em ji xaka Sûriyeyê dernakevin. Ez bawer im wê Serêkaniyê ji çeteyan rizgar bibe û em ê her hebin."   'Min bêriya mamoste û hevalên xwe kiriye'   Du neviyên dayê Nesrînê jî daxwaza vegera bajar û dibistanên xwe dikin. Neviya Dayê Nesrîn Meryem Silêman a temenê wê 10 salî wiha hestê xwe anî ziman: "Ez naxwazim şer çêbibe dixwazim vegerim dibistan û kolanê bajarê xwe. Min bêriya mamoste û hevalên xwe kiriye. Ez naxwazim zivistan were ji ber ku jiyana di dibistan de pir zehmet e. Zarokê vir jî dûrî perwerdeya xwe ketine. Erdogan yekî pîs e zarokan dikûje. Înşalah mala wî bi ser serê wî de hilweşe."   'Dixwazim li kolanên bajarê xwe bilîzim'   Nesrîn Xidir jî xwest ku vegere dibistana xwe û ji nû ve li bajarê xwe bilîze û wiha bi dawî kir: "Di saet çaran de ez û hevalên xwe me li kolanê Serêkaniyê dilîst, ji nişka ve balafiran li bajarê me xist hevalê min ji tirsa giriyan. Ez dixwazim ev êşa ku em dijîn bila Erdogan û zarokê xwe jî bijîn, nalet lê bê, bila dev ji hovîtiya xwe berde. Mafê zaroka ye ku bi aramî bijîn."