ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2019'AN 2019-11-15 09:00:00   *Gelek malbatên Serêkaniyê koçber bûn û heta niha gelek zehmetiyan di jiyana xwe de dibînin. Nûr Şêxo têkildarî êrîşên li ser Rojava wiha got: "Jiyana me gelekî zehmet bûye. Em dixwazin vegerin mal û bajarê xwe." DÎMEN HEYE   *Endama Rêveberiya Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Corcêt Bersûm, derbarê êrîşên dewleta tirk û hedefgirtina deverên aram nirxandin kir. Corcêtê diyar kir ku divê êrîşên dewleta tirk demildest bi dawî bibe û wiha got: "Êrîşên tirkiyeyê li dijî wekheviya jiyana gelan û destkeftiyên şoreşa jinê ye. Ermenî jî di nav de divê hemû gel ji êrîşan re hişyar bin da ku em nebin qurbanên ji komkojiyeke nû re." DÎMEN HEYE   *Dayê Nesrîn û neviyên wê daxwaza vegera Serêkaniyê dikin, di dilê her zarokekê de hesreta vegera Serêkaniyê  û li kolan û bexçeyên wê bilîzin heye. Neviyên dayê Nesrînê got: "Me pir bêriya bajar û dibistanên xwe kiriye. Ez dixwazim vegerim ji bo li kolanên bajarê xwe mîna berê bi hevalên xwe re bilîzim."DÎMEN HEYE   *Meha mijdarê ye pelên bi daran ve êdî rûyê xwe ji demsala payizê diguherin û li ber pêlên jiyanê yên her guhertinên nû diafirînin dikevin. Her guhertin û bûyerên nû ku diqewimin li ser rûyê cîhanê dibe sedema serpêhatiyên cuda yên di dilê mirovan de şopên kûr dihêlin. Şopên kûr ku nayên jibîrkirin carinan li ser rûyê gulkevrokên çiyayan xwe didin der. Yek ji şopa ku li ser rûyê gulkevrokên çiyayan daye der û dilê mirov geş dike têkoşîna hebûnê ya jina berxwedêr Hevrîn Xelef e. Di demsala ku ji dayik bû û ji stêrkên asîmanan bû feyza berxwedanê, ji aliyê neyarên mirovatiyê ve bi awayekî hovane hat qetilkirin. Di heman demsalê de zarokên Kurd li Sînemaya Amûdê bi awayekî zindî ji aliyê heman zihniyetê ve hatibûn şewitandin. JI PÊNÛSA JINAN   *Li girtîgehan li dijî girtiyan zext, êrîş û gef her ku diçe zêde dibin. Der barê binpêkirina mafên girtiyan de hevseroka TUHAY-DER’ê Kudret Temel axivî û got ku ji bo zilm û îşkenceya li girtîgehan bê teşhîrkirin divê bi lez komîsyonên komeleyên mafên mirovan bên avakirin. BI DÎMEN   *Jin dê di 25'ê Mijdarê li qadan daxwazên xwe bînin ziman û dê banga têkoşîna hevbar bikin. Sekretera Jinan a BES'ê Banû Aykaç, diyar kir ku bi têkoşîn û tecrûbeyên jinan a bi salan krîza pergalê derket holê û got: "Jin dê li dijî pergala serdest a mêr têkoşîneke hevpar bidin meşandin û dê bibin kirdeya jiyanê." DÎMEN HEYE    *Hevseroka Komeleya GAP’ê Sara Erdem da zanîn ku ji ber nêzîkatiya civakê astengdar gelek pirsgirêkên dijwar re rû bi rû dimînin û got: “Ne emin asteng dar, hûn astengiyan ji me re diafirînin. Divê her kesek di civakê de bi zanebûn nêzê me bibin.” Adalet Koyun Yildirim jî got: "Em li dijî hişmendiya civakê têdikoşin." DÎMEN HEYE    *Piştî hilbijartinên heremî yên 31'ê Adarê ku dîsa şaredariyên hatibûn desteserkirin ji qayûman hat girtin, bi xebatên ku hatin meşandin re, projeya şaredariya Şemrexê ku navçeyê bike bajarekî jinan berdewam dike. Saziya jinê ku ji hêla qayûm ve hatibû girtin, ji nû ve hat vekirin. Jinên şaredariyê bi projeyên xwe yên vekirina koperatîfan, dîsa çalakiyên xwe berdewam dikin û armanc dikin ku ji bo jinan li navçeyê qadeke kar ava bikin.DÎMEN HEYE    * Helbestkar Herdem Kirtay Tatlisoy bi munasebeta 15'ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanan de bal kişand ser binpêkirina mafên nivîskarên di zindanan de û têkoşîna xwe ya 13 salan a di zindanê de ya ji bo ziman û wêjeya Kurdî. Herdemê bi lêv kir ku wê helbesta xwe ya yekem a bi zimanê Kurdî di zindanê de nivîsandiye û wiha got:"Di zindanê de me piştevaniya hevdu dikir da ku em bi hev re ji bo ziman û wêjeya Kurdî xizmetekê bikin. Li dijî ziman û wêjeya Kurdî zextên mezin hebûn. Di encama serdegirtina koguşan de dosyaya min a helbestê hat desteserkirin. Gelek caran nameyên me negihaştin cihê xwe û pirtûkên bi zimanê Kurdî ji me re qedexe dikirin. Tevî şerd û mercên dijwar armanca me pêşketina ziman û wêjeya Kurdî bû."DÎMEN HEYE   *Rêveberiya Aboriya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Huriya Şemdin li ser têkçûn û zirarê gihiştiye aboriya jinê ya li Girê sipî û Serêkaniyê ya di nava êrîşên dewleta tirk de nirxandin kir. Huriyayê wiha got: "Li Girê Spî û Serêkaniyê jin gihiştibû astek ku bi xwe aboriya mala xwe bi rê ve dibir. Armanca dijmin jî yek jê ew bû ku keda jina têk bibe. Loma êrîş dike."DÎMEN HEYE