Li Mêrdînê 3 hevşaredar hatin binçavkirin 2019-11-15 08:57:49   MÊRDÎN - Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin û Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez di serdertina malan de hatin binçavkirin. Avahiyên şaredariyan ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.    Polîsan vê sibêhê li navçeyên Mêrdînê bi ser malên hevşaredarên HDP'î de girt. Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncu, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin û Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez di serdertina malan de hatin binçavkirin. Hat zanîn ku hevşaredar bi hinceta lêpirsîna derbarê wan de hatiye destpêkirin hatine binçavkirin. Hevşaredaran birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê.    Li gel hevşaredaran hat zanîn ku xebatkarên Şaredariya Dêrikê Muslîme Ozbahçecî, Hediye Guneş, Burhan Temel û Feyzullah Erol jî hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.    Piştî binçavkirina hevşaredaran, avahiyên şaredariyan ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.