Zarokên Berxwedana Serdemê: Em mafê xwe yê jiyanê dixwazin 2019-11-14 16:13:10   ŞEHBA - Gelê navçeya Ehdas ya Şehbayê ji bo şermezarkirina êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek li navçeya Ehdasê li dar xistin.   Bi sedan ji şêniyên Efrînê yên li gundewarên navçeya Ehdasê bi cih bûne herikîn qadan û bi meşekê êrîşa dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Meş bi tevlîbûna zarokên dibistanan, gelê ku li gundewarên navçeya Ehdasê bi cih bûne, endamên saziya û Rêveberên komîn û meclîsên navçeyê dest pê kir. Di meşê de wêneyên pakrewanan û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, her wiha pankertên bi nivîsa "Na ji bêdengiya dewletên Navnetewî, Bijî ji  berxwedana Efrîn, Kobanê, Serêkaniyê û Girê Spî re" hildan. Meş ji destpêka Navçeya Ehdasê heta parka navçeyê berdewam kir.   Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Meclîsa Navçeya Ehdas Şêx Mûrad êrîşên dewleta tirk şermezar kir û got: "Gelê kurd bi berxwedana xwe komploya ser wan tê meşandin rawestandin û vala derxistin. Em bêdengiya dewletên navneteweyî li hember kiryarên dewleta tirk şermezar dikin."   Daxuyanî ser navê zarokên dibistanan bi zimanê Kurdî û Erebî hat dayîn. Zarokê bi navê Xelîl Mûsa daxuyaniya kurdî xwend.   Daxuyanî wiha ye:   "Dagirkeriya dewleta tirk hemû zagonên dewletên navnetewî derbas kir û rû bi rû asta hovîtiya xwe ser gel û zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir dike. Herî dawî jî çekên kîmyewî weke Fosfor li hember vîn û berxwedana gel û zarokan bi kar anî, ev jî nîşaneya qirkirina mirovahî û komkujiyên mezin in. Hemû zarokên cîhanê li dibistanên xwe fêr dibin, lê zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû bi rû di bin top û tivingên dewleta tirk de dimînin û mafê wan ya fêrbûnê jê tê sitendin. Weke ku li Efrînê mafê 5000 xwendekar jê hat dizîn. Kîjan zagon destekê dide kuştina mafê zarokan û rûxandina xewin û xeyalên wan?Zarokên Berxwedana Serdemê jî bang li hemû zarokên cîhanê dikin ku dengê xwe bilind bikin û bi yek dengî bang li saziyên navnetewî bikin ku em zarok van êrîş û kiryarên dijmirovatî qebûl nakin û mafê xwe ya jiyanî dixwazin."   Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Rûmetê", "Bijî Berxwedana Rojava", "Şehîd Namirin" bi dawî bû.