Şehrîban Zugurlu hat girtin 2019-11-14 12:36:05   AMED - Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Şehrîban Zugurlu, bi îdiaya "Alîkariya rêxistinê","Propagandaya rêxistinê kiriye" hat girtin.   Piştî biryara Wezareta Karê Hundur qeyûm tayinî gelek şaredariyên bajarên kurdan hatin kirin. Li dijî qeyûman Rêxistina HDP'ê ya Amedê xwestibû ku daxuyaniyê bide û vê yekê şermezar bike. Polîsan nehiştibû daxuyanî bê dayin û pevçûn derketibû. Ji ber vê yekê Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Şehrîban Zugurlu, li mala xwe ya li Kayapinarê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin.    Piştî karên li emniyetê Şehrîbanê ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya "Alîkariya rêxistinê","Propagandaya rêxistinê kiriye" hat girtin. Polîsan Şehrîbanê birin Girtîgeha Jinê ya Girtî ya Tîpa T a Amedê.