Li pey Selametê 4 sal: Ger me bigota ‘PKK’ê kiriye’ wê hema dest bi darizandinê bikirana 2019-11-14 09:19:14   MÊRDÎN - Li Nisêbînê di dema qedexeyên derketina derve de, di encama guleya li baxçeyê wê ket de jina bi navê Selamat Yeşîlmen jiyana xwe ji dest da û der barê mirina wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Keça wê Fîlîz Yeşîlmen ji bo ku edalet pêk bê bang kir û got: “Ger me bigota PKK’ê kiriye wê demildest darizandin bihata kirin. Lê ji ber me got polîs û leşkeran kiriye pêngav nayê avêtin.”   Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di 13’ê mijdara 2015’an de di qedexeyên derketian derve de di 15’ê mijdarê de jina bi navê Selamet Yeşîlmen ya 44 salî li be derî bû hedefa guleyan û jiyana xwe ji dest da.Selamet Yeşîlmen ku dayika 5 zarokan bû, li baxçeyê mala xwe ya li taxa Firatê hedef hat girtin û ligel wê du zarokên din jî birîndar bûbûn. Piştî bûyerê malbatê koçî Hezexê kir û di mehên borî de hatin Nisêbînê. Keça Selamatê, Fîlîz Yeşîlmen da zanîn ku divê berpirs demildest bên darizandin.   ‘Em dilşikestî vegeriyan Nisêbînê’   Fîlîzê bi lêv kir ku piştî dayika xwe winda kirine, neçar mane biçin Hezexê û nêzî 3 salan li wir mane û got: “Em demek dirêj li wir man. Mala me hilweyabû jixwe. Piştî TOKÎ hatin çêkirin em vegeriyan. Lê em dilşikestî vegeriyan. Em dixwazin ku kesên dayika min qetil kirin, bên cezakirin.”   ‘Me bigota PKK’ê kiriye wê hema dest bi darizandinê bikirana’   Fîlîzê destnîşan kir ku ji dozger re gotine dayika wan leşkeran qetil kiriye û ji ber vê çar sale darizandinê dest pê nekiriye û ev tişt bi lêv kir: “Em edaletê dixwazin. Em dixwazin li ser dozê bisekinin. Hewl didin dozê ji ser xwe bavêjin. Em dizanin ku ji wesayîtê gule barandin. Me bigota PKK’ê kiriye wê hema darizandinê dest pê bikira. Lê leşkeran ev kir. Em hemû dizanin.”   Keça wê ya din Halîse Yeşîlmen jî bertek nîşan da û got roja bûyer hatiye jiyîn ji paçeyê mêze kirine û ji bilî wesayîtên zirxî tu tiştek tune bûye û got: “10 deqe şûnde dayika min çû baxçe. Dayika min çû birayê min yê biçûk jî li pey çû. Li ber derî bûn gule barandin. Agirê yekem ket navbera dayik û birayê min. Piştre birayê min ket hundir. Guleya din li çîma dayika min ket. Wisa ket. Ez derketim derve ku dayika xwe bînim. Lê ji ber guleyan em nikaribûn derkevin derve. Herî dawî me mêze kir nabe em çûn jêrzemînê. Piştre cîran hatin me bi hev re dayika min anî hundir. Em li ambulansê geriyan, polîsan nehişt ambulans bê.Dayika min nîv saetê wisa sekinî. Em edaletê dixwazin. Me bi çavê xwe dît ku kê bûyer pêk anîn. Dayika min di nav xwînê de bi saetan sekinî. Nehiştin em wê bigirin. Bila sûcdar cezayê xwe bikşînin.”