Tora Parastina Jinan: Banga me banga berxwedanê ye 2019-11-14 09:08:34   Dîlan Babat   ENQERE - 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Hember Şîdeta li Ser Jinê nêz dibe. Ji tora Parastina Jinan Buse Uçer da zanîn ku wê kolan bi kolan, tax bi tax bigerin û mafên jinan vebêjin û banga tevlîbûna mîtînga 25’ê Mijdarê kir.    25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Hember Şîdeta li Ser Jinê nêz dibe û bernameyên jinan jî diyar dibin. Li hemû bajaran û bi taybet jî li Enqereyê jin tax bi tax, kolan bi kolan digerin û Peymana Stenbolê û qanûna hejmar 6284 vedibêjin û li dijî xepsa maf berxwedanê rêxistin dikin. Ji Tora Parastina Jinan Buse Uçer der barê xebatên li Enqereyê de agahî dan.   ‘AKP dijminahiya jinê dike’   Buseyê da zanîn ku yek ji sedemên zêdebûna şîdeta li ser jinê, polîtîkayên dewletê ne û got: “Ne tenê li Tirkiyeyê li hemû cîhanê bi bilindbûna desthilatdariyên faşîzan re şîdeta li ser jinê zêde bûye. Bi taybet li Tirkiyeyê polîtîkayên dijminê jinê yên ji aliyê AKP’ê ve tê meşandin, helwesta wan ya li dijî Peymana Stenbolê diyar kiriye. AKP faşîzma xwe bi dijminahiya jinê bilind dike û ev jî yek ji sedemên mezin yê şîdetê ye.”   ‘Tevgera jinan her carê mêjiyê mêr îfşa dike’   Buseyê daxuyakirin ku di kuştinên jinan de polîkayên bêceza hiştinê encama lihevkirina mêr û daraza zîhniyeta mêr e û got: “Tevgera jinan di her derfetê de mêjiyê mêr îfşa dike. Bêguman mêr jî ji vê nerehet dibin. Berxwedana tevgera jinan mêran ditirsîne. Ji ber jinan AKP teşîr kir, AKP neçar ma Peymana Stenbolê îmze bike. Ev peyman di encama têkoşîna jinan de hat îmzekirin. Niha jî pêşî li peymanê digirin û pêk naynin. Em wek Tora Piştevaniya Jinan kolan bi kolan digerin û wateya vê peymanê ji jinan re vedibêjin.”   ‘Banga me ji bo jinan heye’   Buseyê diyar kir ku ew di vê pêvajoya ku diçin 25’ê Mijdarê de, Peymana Stenbol û Qanûna hejmar 6284 ji jinan re vedibêjin û got di vê pêvajoyê de her wiha li ber jinan dosyayên kuştinên jinan hene û wiha bang kir: “Em bang li jinan dikin. Em hev biparêzin. Em bi kampanya xwe hewl didin biçin hemû cihê. Em hewl didin li hemû bajara Peymana Stenbolê vebêjin. Em pêvajoya 25’ê Mijdarê wiha rêxistin dikin.”   Ji bo 25’ê Mijdarê bang’   Buseyê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku di 25’ê Mijdarê de li ber Şaredariya Çankayayê saet di 18.00’an de tevlî mîtînbê bibin û got piştî mîtîngê jî dipên Mor Mekanê û wê li wir heta sibehê nobetê bigirin.