Hevşaredar Songul Erden: Em ê li dijî faşîzmê li ber xwe bidin 2019-11-14 09:04:38   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Hevşaredara Hezexê Songul Erden derbarê tayînkirina qeyûman de axivî û got ku qeyûm îro ne bi tenê tayînê şaredariyan  hatine kirin her wiha di heman demê de tayînî vîna gel û bajar jî hatine kirin, vîna gel hatiye xespkirin û ev tişt got: “Em dibêjin Hezex a me ye, bajarên Kurdistanê bajarên me ne. Em ê li dijî faşîzmê, zext û zordariyan li ber xwe bidin û têkoşîna xwe berdewam bikin.”   Şaredariya navçeya Hezex a Şirnexê ku di hilbijartinê de ji sedî bi 74 dengên HDP'yiyan hatibû bidestxistin duh Wezareta Karên Hûndir Hevşaredara Hezexê Songul Erden ji kar dûr xist û qeyûm tayînê şaredariyê kir. Qeymaqemê navçeyê Zafer Sag jî wek qeyûm tayînê navçeyê hat kirin. Hevşaredara hezexê Songul Erden piştî ji peywirê hat girtin derbarê tayînkirina qeyûman de axivî.   Songul, di destpêka axaftina xwe de got ku bi tayînkirina qeyûman bi awayek howane êrîşê wan dikin û vîna Gelê Kurd xesp  dikin. Songul, got  duh di saetên serê sibehê de bi dehan polîs çûne mala wê, jê re ragihandine ku ji peywirê hatiye girtin û wiha domand: “Bi dehan polîs hatin û gotin hûn ji peywirê hatin dûrxistin. Ji min ku agahdarnameya anîne ez îmze bikim.  Lê belê min îmze nekir. Îro bi awaeyek hovanê êrîşê gel û me dikin. Tayînkirina qeyûman tê wateya ku ew vîna gel nas nakin. Ew çiqasî bi awayek hovane bi ser me ve bên jî em li vê derê ne û em vîna gel in. Dibe ku qeyûm tayînê şaredariyê hatibe kirin lê belê em ê dîsa di nav gel de bin. Ew niha şerma herê mezin dikin û ev şerm jî ne ya me ye.  Em ê berxwedana xwe bidomînin û em ê di nav gelê xwe de bin.”   ‘Şaredarî êdî nema şaredarî ye, kirine qereqol û çeper’   Songul, di berdwamiya axaftina xwe de got ku dema 2016’an de qeyûm tayînê şaredariya Hezexê hatiye kirin navçe hatiye wêrankirin û wiha pêl da axaftina xwe: “Qeyûmê li vir bi tenê xwaribû û tu xizmet nekiribû. Di hilbijartinên 31’ê Adarê de me şaredariya xwe ji nû paşve girt. Lê niha dîsa qeyûm tayînê şaredariyê kirin. Wekî ku hîn têra xwe nexwarine û diziya gel nekirine. Lê gelê me li hember van tiştan naxape. Bi tayînkirina qeyûman dixwazin gel ji şaredariyê dûr bixin. Her wiha qeyûm ne bitenê avêtine ser şaredariyê, avêtine ser vîna Gelê Kurd û Hezexê jî. Ji ber ku qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin gelê me nikare biçe şaredariyê. Lê dema şaredarî di destên me de ne gel bi awayek hêsan dikare bê û biçe. Şaredarî wek mala wan e. Şaredarî êdî nema şaredarî ne, kirine qereqol û çeper.”   ‘Hezex a me ye’   Songul, herî dawî bang Gelê Kurd kir ku li dijî tayînkirina qeyûman dengê xwe bilind bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî xespkirina vîna me divê em dengê xwe bilind bikin. Ji ber qeyûm êdî em ê nikaribin bi zimanê xwe biaxivin û bi çanda xwe bijîn. Ji ber vê divê em dengê xwe bilind bikin. Îro şaredariya me, dibe ku sibê kolanên me bên xespkirin. Em nizanin ku sibê wê çi bê serê me. Ger em vê bêdengiyê neşkînin dê sibê tiştên xiraptir biqewimin.  Divê em xwedî li hev derbikevin û dest bidin destên hev. Em dibêjin Hezex a me ye, bajarên Kurdistanê bajarê me ne. Em ê li dijî faşîzmê, zext û zordariyan li ber xwe bidin û têkoşîna xwe berdewam bikin.”