'Êşa koçberiyê nayê vegotin' 2019-11-14 09:03:30   Şêrîn Zêrevan   QAMIŞLO - Şêniyên Serêkaniyê yên ku koçber bûn û berê xwe dan bajarê Qamişloyê axivîn û gotin: "Dewleta tirk û çeteyên wê li Serêkaniyê, ne digotin jin ne jî zarok bi hemû cureyên qirêj êrîşî gelê me dikirin."   Dewleta tirk û hevkarên wê di 9'ê cotmehê de êrîşî Rojava kir. Di encama êrîşande bi dehan sîvîlî jiyana xwe ji dest dan û birîndar jî bûn. Di nav van şeran de yên ku herî zêde zehmetî dijiyan jin û zarok bûn. Şêniyên Serêkaniyê yê ku koçî Qamişloyê bûne niha li dibistana El lîwa bi cih bûne. Jinên ku koçî Qamişloyê bûne axivîn.    'Dewleta tirk û hevkarên wê sîvîlan qetil dikin'   Zuleyha Ibrahîm ya ji gundê Menacîr ya bajarê Serêkaniyê ji ber êrîşên dewleta tirk neçar ma ji bajarê xwe derket axivî û wiha got: "Dema şerê Kobanê ez koçberî Serêkaniyê bûm. Di 9'ê cotmehê de dema şer li Serêkaniyê dest pê kir me got em ji Serêkaniyê dernakevin. Paşê me dît dewleta tirk û çeteyên wê bi çi wehşetê mirovên sîvîl qetil dikirin. Ne digot jin ne digot zarok  bi hemû cureyên qirêj êrîşî gelê me kir. Bi balafiran, obîsan, hawanan û çekên qedexekirî êrîşî me kir. Dijmin li Serêkaniyê hemû wehşetê da meşandin. Em jî neçar man ji axa xwe koç bibin. Dema şev çete êrîşî gundê me kir, tenê me bi cilên li ser xwe dev ji gundê xwe berda. Mala me talan kirin, bi top û çekan malên me hilweşandin. Keç û xortên me îro ji bo me û axa me şer dikin tenê ji bo gel di aramiyê de bijîn. Ji bo wê tu malê dinyayê ne xema me ye. Xwesteka me tenê em wek gel li ser axa xwe aram û azad bijîn."   'Êşa koçberiyê nayê gotin'   Sebah Mislim a tevî malbata xwe koçî bajarê Qamişloyê bûye wiha got: "Bêriya ku dewleta tirk û çeteyên wê êrîşê bajarê me bikin rewş aram bû, em hemû pêkhate bi hev re jiyanek aram derbas dikir. Me hemû karên xwe wekhev dikir. Tu ferq û cudahî di navbera me de tune bû. Piştî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê em tar û mar bûn. Hemû gel cihekî ve çû. Dema mirov ji mala xwe derdikeve nizane ka berê xwe bide kîja alî, êşa koçberiyê nayê vegotin. Tenê hêviyek me heye ew jî em dixwazin dîsa bizivirin bajarê xwe. Îro zarokên me hemû şev û roj di çeperan de şer dikin. Hêviya me bi zarokên me hene, çawa ku di destpêkê de Serêkaniyê ji destê çeteyan xilas kirin, dê ji çeteyên tirkan jî xilas bikin."