'Divê jin mafê xwe biparêzin' 2019-11-13 15:49:46   EDENE - Endamên Piştewaniya Mor a Edeneyê li navçeya Seyhanê li hev civiyan û qala maf û parastina mafê xwe kirin.    Piştewaniya Mor a Edeneyê li Qesra Cemîl Nardaliya taxa Akkapiya navçeya Seyhanê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Şîdeta li Hemberî Jinê li hev civiyan, li ser mijara qanûna 6284'an rawestiyan û qala mafên jinê kirin.    Endama Piştewaniya Mor a Edeneyê Selay Dagsuyu, di civînê de axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê ewlehiya jinê nîne û wiha got: "Li welat çend biryarên parastina jiyana jinê hatibe dayîn jî dîsa jî jin hatin kuştin. Em ê çawa li hemberî şîdetê rawestîn? Mafê me heye, lê nahelin ku em mafê xwe bikarbînin. Divê jin mafê xwe hîn bibin û heke bi şîdetê re rû bi rû dimînin jî divê bikin rapor. Bi înad divê em mafê xwe biparêzin. Kesek maf nade, divê em ji bo mafê xwe têbikoşin."   Selay, destnîşan kir ku li dijî şîdetê divê mekanîzmayên darazê bikevin meriyetê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jin ji bo mafên xwe û destkeftiyên xwe biparêze divê xwe bi rêxistin bike. Li her qada jiyanê, li her kolanê dengê xwe bilind bike û têkoşîna xwe bidomîne."