Şêniyên Dêrikê bi tekoşîneke mezin herikîn qadan 2019-11-13 15:10:57   QAMIŞLO - Bi armanca şermezarkirna êrîşên dewleta tirk, şêniyên bajarê Dêrikê meşek girseyî li dar xistin.   Şêniyên bajarê Dêrikê ên girêdayî kantona Qamişloyê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çûyîna Erdogan ya li Emerîkayê bi meşek girseyî, bi tevlîbûna hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser ev kiryar şermezar kirin.   Meş ji qada azadîyê dest pê kir û li navenda ciwanên şoreşger veguherî mîtîngê, kesê ku beşdarî meşê bûbûn alên Kongreya Star, QSD'ê û wêneyên cangoriyê azadiyê hildabûn.   Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Kongreya Star Rojîn Salih û li ser navê saziya malbatên şehîdan Husên Ebdî sekna gel li himber êrîşan pîroz kirin û gotin: "Em berxwedana rûmetê li şervanê azadiyê pîroz dikin, dewleta tirk a dagirker tu carî nikare me ser axa me têk bibe. Em xwedî îradeyeke pir mezin e. Em ê li ber xwe bidin heya ku em axa xwe ji destê dagirkeran rizgar bikin. Em ê ser şopa şehîdê xwe bin."   Çalakî bi dirûşma "Bijî berxwedana QSD’ê" bi dawî bû.