Endamên Meclîsa Waşokaniyê bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kirin 2019-11-13 13:51:18   HESEKÊ - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meclîsa Serêkaniyê daxuyanî da.   Di 9’ê Cotmehê de artêşa tirk êrîşî seranserî sînorê Rojava kir. Di encama êrîşan de bi hezaran sivîl koçberî cihên ewle bûn, ji bo rêxistinkirin û avakirina rewşek aram ji bo koçberan, Rêveberiya Xweser kampa Weşokanî ava kir. Nêzî 100 malbat cihê xwe di kampa waşokanî de digire. Meclisa Serêkaniyê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Daxuyanî li Kampa Waşokanî bi tevlîbûna koçberên Kampê,  ji aliyê Hevserokê Meclisa Serêkaniyê Ferec Mihemed ve hate dayîn.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di 9’ cotmehê de dewleta tirk êrîşî bajarê me Waşokanî kir, ji ber topebaranên wan bi çekên giran tank, top, balafir û fosfor em neçarî koçberiyê bûn. Ji bo gelê Serêkaniyê ev kamp ji aliyê Rêveberiya Xweser hat avakirin. Li hember dagirkeriya dewleta tirk em ê xwe birêxistin bikin û asta têkoşînê mezin bikin."   'Em ê bi konan Bajarê Waşokanî avabikin'   Em spasiya Rêveberiya Xweser dikin ji bo avakirina kampa Waşokanî. Her wiha em spasiya komelên herêmî dikin ku alîkarî pêşkêşî koçberan dikin, lê ev alîkarî têrê nakê, koçber derbasî demsala zivistanê dibin, dê rewşa wan pir zehmet be. Em wekî meclis û koçberên Serêkaniyê Rêxistinên Navdewletê şermezar dikin ku heya vê kêliyê derbasî kampa Waşokanî nebûye û alîkarî pêşkêş nekiriye. Bangawaziya me ji rêxistinên mirovî ew e ku bi erkê xwe yê wicdanî rabin û 300 hezar malbat koçberî Hesekê bûye bila neyîn paşguhkirin."   Daxuyanî bi dirûşma “Bijî Berxwedan" bi dawî bû.