Li Êlihê jinên HDP’yî hatin binçavkirin 2019-11-13 13:08:39   ÊLIH - Polîsan li Êlihê daxuyaniya çapemeniyê ya jinan ku dixwestin balê bikişînin ser kuştina jinan asteng kir û 10 aktîvîstên TJA’yê binçav kirin.    Endamên Meclîsa Jinan a HDP’a Êlihê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) xwestin di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Şîdeta li ser Jinê li Kuçeya Hunerê bi daxuyaniyek çapemeniyê balê bikişînin ser kuştina jinan. Beriya jin daxuyanî bidin polîsan kuçeyê dorpêç kirin. Polîsan bi hinceta biryara qedexeya çalakiyan a Walîtiyê heye destûr neda daxuyanî bê lidarxistin. Jinên HDP’yî dowîzên navên jinên hatine qetilkirin danîn erdê. Polîsan dowîzan kom kir.    Piştî destûr nedayîna polîsan jinên HDP’î ber bi avahiya partiyê ve meşiyan. Jinan di meşê de dirûşma “Zext nikarin me bêzar bikin” berz kirin û helwesta polîsan şermezar kirin. Di vê kêliyê de polîsan derdora jinan girt û Wekîla Hevserokên HDP’a Êlihê Gulcemal Erdînç, aktîvîstên TJA’yê Derya Arslan, Sîdar Onat, Guler Oran jî di nav de herî kêm 10 jin binçav kirin.    Polîsan li wesayîtan siwar kir û birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr.