‘Serkeftin dê bibe ya gel’ 2019-11-13 13:07:31   ŞIRNEX - Tayînkirina qeyûman a li şaredariya Hezexê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li dijî zextan dê berxwedan berdewam bike û dê serkeftin bibe ya gel.    Piştî qeyûm tayînê şaredariya Hezexa Şirnexê kirin, avahiya şaredariyê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Hasan Ozguneş, hevşaredarên Hezexê û endamên meclîsa şaredariyê li avahiya HDP’ê ya navçeyê daxuyaniyek dan û tayînkirina qeyûmê şermezar kirin.    Parlamenter Hasan Ozguneş, di daxuyaniyê de diyar kir ku gotinên Serokkomar Erdogan di dema pêvajoya hilbijartinên herêmî de gotinên ‘dengê xwe nedin HDP’ê. ger hûn dengên xwe bidin HDP’ê em ê qeyûm bavêjin’ bibîr xist û wiha axivî: "Lê belê gelê me di hilbijartinên 31’ê Adarê de bersiva wan da. Îktîdara AKP’ê çawa ku bi sala ne Gelê Kurd nas nekir îro jî ji bo çand û zimanê wan bê tune kirin di nav hewldanê de ye. Îro qayûmên ku tayînê şaredariyên Kurdistanê tên kirin jî berdewamiya vî polîtîkayê ye.”   Hasan, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Îro vîna gel tê înkar kirin. Îktîdara AKP’ê naxwaze ku Gelê kurd xwe bi rêve bibe. Îktîdara AKP’ê îro winda kiriye. Dê pêşeroja we di dîrokê de bibe sergo. Çawa ku her mirov tê darizandin dê hûnê jî rojekê bên darizandin û hesabê bidin. Vî tu carî ji bîr nekin. Berxwedana me dê tim berdewam bike. Hûn ber bi belavbûnê ve diçin û hûnê sibê tune bibin. Heta ku em hebin em ê berxwedan û têkoşîna xwe bimeşînin. Serkeftin dê bibe ya gelê kurd.”   Daxûyanî bi çepikan bi dawî bû.